09:19 22 Gulan 2018
    Japanese Prime Minister Shinzo Abe (L) shakes hands with Russian President Vladimir Putin

    Abe û Putin li Peruyê xweş û bêş bûn

    © AFP 2018 / IVAN SEKRETAREV / POOL
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwezîrê Japonyayê Abe ku li Perûyê bi Serokdewletê Rusyayê Putin re hevdîtinek kir got: "Dema ku hate Japonyayê em ê hevdîtinên berfireh çêbikin. Balkêş bû ku Abe ji bo Putin li şûna gotina ‘hûn', ‘tu' bikar anî'.

    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe li paytexta Peru Limayê di çarçoveya Lûtkeya Hevkariya Ekonomîk a Asya Pasifikê de (APEC) hevdîtinek pêk anîn.

    Putin di hevdîtinê de diyar kir ku di têkiliya di navbera Moskova û Tokyoyê de pêşveçûn heye û wiha berdewam kir: "Di mijara hevkariyê de me hin amûrên hevkariyê yên weke hevdîtinên me ên Desteya Ewlekariyê û Wezaretên Berevaniyê, yên Karê Derve xist nava liv û tevgerê, wê ev hemû bihêlin. ku di hevkeriyê de em pêşde biçin. Di warê bazirganî-aboriyê de jî ji bo hevkariya me xurtir bibe em xebatên xwe berdewam dikin. Îro di van hemû qadan de derfetên her cure danûstandina nêrînên her du welatan heye."

    Abe jî destnîşan kir ku di demên dawî de diyaloga siyasî ya di navbera her du welatan de xurtir bûye û wiha got: "Beriya serdana te ya Japonyayê, ez wisa difikirim ku em ê hevdîtinên xurt ên berfireh di navbera her du welatan de çêbikin, em di vê mijarê de amadekariyên xebatan dikin."

    Alîkarê Serokdewletê Rûsyayê Yuriy Uşakov diyar kiribû ku Putin wê di 15 û 16ê Berfenbarê de biçe Japonyayê û Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov jî aşkere kiribû ku di hevdîtinê de ev serdan hatiye gotûbêjkirin.

    ABE: JI BO PÊŞXISTINA HEVKARIYA ABORIYÊ ME PLANEKE SERKEVTÎ PESEND KIR

    Di vê navberê de li gore ragihandina Ajansa Nûçeyan a Kyodoyê Abe piştî hevdîtinê ji rojnamegeran re axiviye û wiha gotiye: "Me beriya serdana Berfenbarê hevdîtinek baş pêk anî, ji bo di 8 xalan de hevkariya aboriyê pêşbixin me planeke serkevtî pesend kir."

    Etîketan:
    Lûtkeya Hevkariya Ekonomîk a Asya Pasifikê de (APEC), Dmitriy Peskov, Yuriy Uşakov, Şinzo Abe, Vladimir Putîn, Tokyo, Moskova, Japonya, Rûsya, Lima, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de