16:33 22 Gulan 2018
    Naki Karaaslan

    Serokê RTIBê: "Em dixwazin li Moskovayê hevdîtinekê bi Yildirim re bikin"

    © Sputnik / Fuad Safarov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTIB) Naki Karaslan serdana Yildirim a Moskovayê nirxand û ragihand ku em wekî karsazan dixwazin bi serokwezîr re hevdîtinekê pêk bînin.

    Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTIB) Naki Karaslan serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim a Moskovayê nirxand û ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku em wekî karsaz û saziyên sivîl û civakî dixwazin bi serokwezîr re hevdîtinekê pêk bînin.

    DIVÊ BIRYARNAMEYÊN HIKMÎ WERIN RAKIRIN

    Naki Karaaslan di berdewamiya axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: "Li Moskovayê em li benda hatina serokwezîr in û gelek hêviyên me û pirsgirêkên me ku ketine ser hev hene. Ji 1ê Berfenbarê pê ve mijara xebata vizeye her divê were çareserkirin. Divê li Rûsyayê kare me were legalkirin û ev pirsgirêk çareser bibin. Ev mijara me ya sereke ye. Ji bo me ya girîng rakirina qanûnên biryarnameyên hikmî ne. Çima ev nayê rakirin? Di fêhmkirina vê em zahmetiyê dikşînin? Gelek kargehên biçûk niha di rewşeke pir tebgav de ne, nikarin karkeran bînin û karên xwe bidomînin."

    EM HÊVÎ DIKIN KU SEROKWEZÎR DEMÊ JI ME RE VEQETÎNE

    Karaaslan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em plan dikin ku dema Serokwezîr Yildirim hate Moskovayê hevdîtinekê bikin û van mijaran binirxînin. Em hêvî dikin wê Yildirim ji bo hevdîtinê demê ji me re veqetîne. Her dem diyalog pêwiste, lewra bi diyalogê pirsgirêk çareser dibin."

    Bi heman mijarî:

    Berdîmuhamedov: "Rûsya û Tirkiye hevalbendên me yên stratejîk in"
    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Meşkov: "Rûsya û Tirkiye dê vegerin trafîka hevdîtinan a berî krîzê"
    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    'Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiye bingeha çareseriya şerê Sûriyeyê ava dike'
    Etîketan:
    Serdana Yildirim a Rûsyayê, Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTIB), Naki Karaaslan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de