15:34 23 Gulan 2018
    S-400 hava savunma füze sistemi, Rusya'nın Suriye'deki Hmeymim hava üssünde Rus savaş uçaklarının güvenliğini sağlamak için.

    Komîsyona navbera hikûmeta tirk û rûsî ji nêz ve dê sewkiyata S-400î binirxîne

    © Sputnik / Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Dîrektorê Dezgehê Hevkariya Teknîkî û Leşkerî yê Rûsyaya Federal Aleksandr Fomîn ragihand ku ji bo sewkiyata moşekên S-400î ji nêz ve komîsyona navbera hikûmata tirk û rûsî dê bicive.

    Sîstema moşekê ya S-400
    © Sputnik / Kirill Kallinikov
    Dîrektorê Dezgehê Hevkariya Teknîkî û Leşkerî yê Rûsyaya Federal Aleksandr Fomîn ragihand ku ji bo sewkiyata pergala parastina moşekên S-400î ji nêz ve komîsyona navbera hikûmata Tirkiye û Rûsyayê dê bicive û vê mijarê binirxîne. Komîsyona dualî di nava xwe de wê sewkiyata moşekan têxe rojevê.

    Aleksandr Fomîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hetanî demeke nêz li Rûsyayê wê komisyona navbera herdu hikûmetan civînekê lidar bixe û di vê civînê de wê sewkiyata pergala parastina moşekên S-400î ji bo Tirkiyeyê jî were rojevê."

    Ji aliyê din ve Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî di daxuyaniya xwe de gotibû "Di hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Stenbolê ku di 10ê Cotmehê de pêk hatibû, mijara sewkiyata moşekan jî nirxandibûn."

    Dmitriy Peskov derheqê naveroka civîna herdu serokan de gotibû "Aliyê Rûsyayê gotibû, heke Tirkiye daxwaza sewkiyata pergala moşekan bike em dikarin vê daxwaza we binirxînin."

    S-400 Triumf pergala parastina hewayî ya pirqanalî
    © Sputnik /
    S-400 Triumf pergala parastina hewayî ya pirqanalî

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lûtkeya Pûtîn û Modî: Rûsya wê sîstema berevaniya moşekên S-400 bişîne Hindistanê
    Bahreyn bi sîstemên S-300 û S-400 ên Rûs re elqeder dibin
    Yekîneyên Kirimê S-400 wergirtin
    Moşekên S-400 dê Moskovayê biparêzin
    Moşekê S-400 çiqas tirsehêz e?
    Etîketan:
    Sewkiya moşekên S-400î, Dîrektorê Dezgehê Hevkariya Teknîkî û Leşkerî yê Rûsyaya Federal, Dmitriy Peskov, Aleksandr Fomîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de