21:55 25 Îlon 2017
Zindî
    Aleksey Ulyukayev

    Ji bo Wezîrê Aborî yê Rûsyayê cezaya hepsa malê hat dayîn

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Ji bo Wezîrê Aborî yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev ji ber tawanbariya girtina bertîlê biryara hepsa malê hat dayîn.

    Dadgeha Basmanniy a ku li Moskovayê di derbarê Ulyukayev de biryara girtina malê da, daxwaza parêzerên wezîr a ji bo ku rojê 2 saetan bimeşe jî red kir. Wezîr wê di mala xwe ya li Moskovayê de hepsî were girtin.

    Hat diyarkirin ku wezîr bi destbendên elektronîk hatiye kelemçekirin. Li gorî medyaya Rûsyayê hat diyarkirin ku karmendên bicihanîna cezayê wê di nava hefteyekê de herî kêm du caran serdana Ulyukayev bikin û wê wî bi wesayita fermî bibin dadgeh û saziya lêpirsînê.

    Hat dest nîşan kirin ku Ulyukayev wê karibe telefonê serwîsa lezgîn, polîs û saziya bicihanîn a cezayê bike lê ji bo hevdîtinên xwe yên din divê ji dadgehê destûrê bigire.

    ‘DI DERBARÊ SÛCÊ WEZÎR DE DELÎLÊN ŞÊNBER HENE'

    Berdevka Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê Svetlana Petrenko diyar kir ku di destê wan de di derbarê sûcê wezîr de delîlên şênber hene û got, "Di nava wan de materyal, tomarên deng û dîmên ên di operasyonê de atin bidestxistin û îfadeyên şahidan hene lê ji ber ku lêpirsîn berdewam dike, nabe ku em wan delîlan niha eşkere bikin."

    Petrenko her wiha da zanîn ku hemû delîl ji aliyê dadgehê ve jî hatine qebûl kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li şûna wezîrê rûsî ku bi bertîlxwarinê hatibû sûcdarkirin navekî nû hat tayînkirin
    Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê bi fermî bi bertîlxwarinê hat sûcdarkirin
    Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê bi gumana bertîlxwarinê hat binçavkirin
    Etîketan:
    hepsa malê, Berdevka Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê, Wezîrê Aborî û Geşedanê yê Rûsyayê, Svetlana Petrenko, Aleksandr Ulyukayev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de