09:54 21 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov û John Kerry

    Dibe Lavrov û Kerry li Peruyê hevdîtinê bikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Hat ragihandin ku dibe Wezîrê Derve yê Rûsyayê û hemkarê wî yê amerîkî John Kerry di 20ê Mijdarê de li Peruyê hevdîtinekê pêk bînin.

    Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Rûsyayê di axaftina xwe ya medya rûsî de ragihand ku dibe Lavrov û Kerry di 20ê Mijdarê de di çarçoveya Zîrweya Rêxistina Hevkariya Pasîfîk û Asyayê (APEC) de hevdîtinekê pêk bînin.

    Ji aliyê din ve Sergey Lavorv û John Kerry duhî bi telefonê axivîbûn û rewşa Sûriyeyê ya dawî nirxandibûn.

    KREMLÎNÊ JÎ GOTIBÛ DIBE PÛTÎN Û OBAMA HEVDÎTINEKÊ PÊK BÎNIN

    Di vê navberê de Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya duhî de ragihandibû ku dibe Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Amerîkayê Barak Obama di çarçoveya Zîrweya APECê de li Peruyê hevdîtinekê pêk bînin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hevdîtinên Lavrov û Kerry ya bo krîza li Helebê dê dewam bike
    De Mistura piştî Lavrov, dê bi Kerry re bicive
    DYA: Kerry û Lavrov, wê li Swêdê bo Sûriyeyê bicivin
    Kerry û Lavrov derbarê rewşa Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Lavrov û Kerry derbarê Sûriyeyê de hevdîtin kirin
    Etîketan:
    Zîrweya Rêxistina Hevkariya Pasîfîk û Asyayê (APEC), Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry, Sergey Lavrov, Peru
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de