21:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov

    Ryabkov: "Biryara firehkirina mûeyîdeyan a Washîngtonê nîşaneya îflasê ye"

    © AFP 2017/ LOUAI BESHARA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2210

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Ryabkov biryara firehkirina mûeyîdeyan a Washîngtonê rexne kir û ragihand ku ev nîşaneya îflasa polîtîkayê ye.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov biryara firehkirina mûeyîdeyan a Washîngtonê rexne kir û ragihand ku ev nîşaneya îflasa polîtîkayê ye. Ev biryara rêvebiriya Obama ku hatiye dawiya wezîfeya xwe bêbaweriya politikaya wan e.

    Wezareta Xezîne ya Amerîkayê, 6 parlamenterên Kirimê ku di Dumaya baskê jêr a Parlamentoya Rûsyayê de hatibûn temsîlkirin xistibû nava lîsteya mûeyîdeyan.

    Sergey Ryabkov ev biryara wezareta Amerîkayê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Berfirehkirina lîsteya mûeyîdeyan, nîşaneya têkçûn û îflasa polîtîkaya Amerîka ya di bin rêvebiriya Barak Obama de ye. "

    EM HÊVÎ DIKIN KU 4 SALAN BI TRUMP RE BIXEBITIN

    Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev biryara Amerîkayê dide fêhmkirin ku tiştên herî biçûk ên rastî jî naxwaze fêhm bike."

    Herwiha dîplomatê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em dixwazin kesên berpirsyar ku giringiyê didin têkiliyên Moskova û Washîngtonê werin ser wezîfê. Bi Serokê Amerîkayê yê 45emîn Donald Trump re em dixwazin 4 salan bi hev re bixebitin."

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: "Heke plana Amerîka ya El Nûsrayê rast be emê kêfxweş bibin"
    Ryabkov: "Di dema hilbijartinê de me pêwendî bi ekîba Trump re danî"
    Ryabkov: Em hemû gavên maqûl ji bo çareserkirina kêşeyên helebiyan diavêjin
    Ryabkov: "Amerîka û Fransa ji aqlêselimiyê dûr dikevin"
    Ryabkov: "Amerîka li şûna tekoşîna terorîzmê bike hemleyen jeopolîtîk dike"
    Etîketan:
    Têkiliyen navbera Rûsya û Amerîkayê, Serokê 45emîn ê Amerîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Donald Trump, Sergey Ryabkov, Barak Obama, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de