20:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Fêkî

    Rûsya, 49 ton mendeliyên Tirkiyeyê vegerandin

    © Foto: AA/ Derviş ÇÖMEZ
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1510

    Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Însan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor) 49 ton mendeliyên Tirkiyeyê vegerandin.

    Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Însan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor) 49 ton mendeliyên ku ji Tirkiyeyê sewkî bajarê Sivastopolê kiribûn destûr neda ku têkeve Rûsyayê.

    Bûroyên Kirim û Sivastopolê yên Rospotrebnadzorê di daxuyaniya xwe ya rojnamevanî de ragihandin ku di feribota ku navbera Sivastopol û Zonguldagê seferan dike de mendeliyên ku ne li gorî şertên tendirustî bûn destûra ketina wan a welat nehat dayîn.

    Tirkiye, di 4ê Mijdarê de 700 ton berhemên narinciye şandibû bajarê Sivastopolê û 49 ton mendeliyên ku ne li gorî şert û mercên tendirustî bûn jî di nava wê sewkiyatê de bûn.

    Bi heman mijarî:

    Ajansa kontrolkirina berhemên zeviyan a Rûsyayê bangî Tirkiyeyê kir
    Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
    Rûsya û Tirkiye wê derbarê ewlehiya berhemên çandiniyê hevdîtinan bikin
    Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
    Rosselhoznadzor wê li Tirkiyeyê kontrola berhemên çandinî bike
    Etîketan:
    Şandina berhemên çandinî, Saziya Parastina Mezêxer û Tendirustiya Însan a Rûsyayê (Rospotrebnadzor), Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de