20:03 22 Îlon 2017
Zindî
    Valentina Matviyenko

    Matviyenko: "Îran, piştgiriya rejima bê vîze dike"

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko ragihand ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî dixwaze Rûsya û Îran derbasî pergala rejima bê vîze bibin.

    Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê Valentîna Matviyenko piştî hevdîtina bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Hesen Rûhanî got ‘ji bo mijara serbestiya vîzeyê em bi pêş ve herin, ji herdu aliyan jî hejmara turîstan zêde dibe. Di navbera Rûsya û Îranê de ji bo derbasbûna rejima serbestiya vîzeyan em amade ne li gorî vê tevbigerin."

    Valentîna Matviyenko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di mijara derbestiya vîzeyan de hevdîtinên dualî yên navbera herdu welatan didomin."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ji bo hêsankirina vîzeyan di sala 2015an de li Tehranê peymanek îmze kiribûn.

    ÎRAN HETANÎ SALA 2017AN WÊ AMADE BE KU PEYMANÊ YEAYÊ RE PEYMANÊ ÎMZE BIKE

    Matviyenko di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herwiha Îran hetanî sala 2017an ji bo herêma bazirganî ya serbest ê amade be ku bi Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê re peymanê îmze bike. îran hetanî dawiya vê salê ji bo tevlî herêma bazirganî ya serbest bibe wê belgeyên xwe temam bike û ji bo ku sala pêşiya me peyman were îmzekirin dê amade be."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Matviyenko: "Polîtîkaya hikumeta Amerîka ya derve têk diçe"
    Matviyenko bi Kahraman re rûnişt: ‘Em pêbawer bûn ku wê têkilî asayî bibin'
    Matviyenko: Em dest bi xebatên navparlamentoyê dikin
    Matviyenko: Em nikarin xayintiya Tirkiyeyê efû bikin
    Etîketan:
    Peymana îmzekirina tevlîbûna YEAyê, Yekîtiya Ekonomîk a Avrasyayê (YEA), Serokomarê Îranê, Seroka Konseya Federasyona Rûsyayê, Hesen Rûhanî, Valentîna Matviyenko, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de