20:04 22 Îlon 2017
Zindî
    Rusya Ekonomi Bakanı Aleksey Ulyukayev

    Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê bi gumana bertîlxwarinê hat binçavkirin

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 130 0 0

    Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê Aleksey Ulyukayev bi gumana bertîlxwarinê hat binçavkirin. Kremlîn jî binçavkirina Ulyukayev ‘sûcdariyeke cidî ye û ji bo vê delîlên cidî divê hebin' wiha şîrove kir.

    Li gorî daxuyaniya Komîteya Lêpirsîna Rûsyayê, Wezîrê Ekonomî Aleksey Ulyukayev şîrketa petrol a dewletê Rosneft ji bo ku bikaribe hiseyên şirketa Basneftê bistîne li ser navê wezaretê nirxandineke erênî daye û ji bo vê ji Rosneftê 2 milyon dolar bertil wergirtiye û bi gumana vê hatiye binçavkirin.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihand ku berpirsên Rosneftê gotine ji bo ku em bertîlê bidin hatin tehdîdkirin. Herwiha li gorî komîteyê dema ku Ulyukayev bertil wergirtiye hatiye binçavkirin.

    Ji aliyê din ve çavkaniyekî ji ajansa Spûtnîkê re ragiahnd ku Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ev nêzî salekê ye Ulyukayev teqîp dikir. Lê niha em nizanin bê ji vî sûcê niha ye an jî ji sûcekî din guman jê tê kirin. Çabkaniyekî din jî diyar kir ku delîlên ku ji telefona Ulyukayev hatine wergirtin bû sedema kêpirsîn û binçavkirinê.

    Wekî din Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov ji çapemeniyê re axivî û got: "Ji bo binçavkirina Aleksey Ulyukayev agahî dan Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn."

    Bi heman mijarî:

    Ulyukayev: "Di rojeva me de serbestiya vîzeyê tuneye"
    Dîroka hevdîtina Zeybekçî û Ulyukayev hate aşkerekirin
    Ulyukayev: "Ji bo em dîrektîfa Pûtîn a Tirkiyeyê pêk bînin dixebitin"
    Rûsya: Terorîstên planên êrîşan li Moskova û St. Petersburgê dikirin hatin girtin
    Rûsya: Ji bo Ûkraynayê tayînkirina balyoz girêdayî pêşketina têkiliyan e
    Etîketan:
    Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê, Wezîrê Ekonomî yê Rûsyayê, Aleksey Ulyukayev, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de