17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    FSB

    FSB: Li Moskova û Qafqasyayê milîtanên DAIŞê ku amadehiya êrişan dikirin hatin girtin"

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku li Moskova û Qafqasyayê milîtanên DAIŞê ku haziriya êrişan dikirin hatin binçavkirin.

    Saziya Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) ragihand ku li Moskova û Qafqasyaya Bakûr grûbek milîtanên ku bi rêxistina terorîst a DAIŞê re têkildar bûn û amadehiya êrişan dikirin hatin binçavkirin.

    ​FSBê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Înguşetya û li Moskovayê çalakiya grûbekê ku amadehiya êrişên terorî dikirin hatin astengkirin. Li gorî daxuyaniyê 5 milîtanên terorîst hatin girtin û herhiwa di operasyonê 2 teqemeniyên destçêkirî ku her yeke derdora 10 kîloyan û 2 tifingên nîşangir hatin desteserkirin

    FSBê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku endamên grûba ku hatin binçavkirin, berpirsê rêxistina terorîst a DAIŞê ku meha borî li Înguşetyayê hatibû kuştin ji terefê wî ve hatibû avakirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    FSB: "Li Kirimê grûbeke sabotajkerên ûkraynî hatin binçavkirin"
    FSB: Keştiya masîgir a Koreya Bakur gule bera da, me bersiv da, kesek mir
    FSB: "Hêzên ûkraynî xwestin bi dizî têkevin Kirimê"
    FSB: Balafira rûsî bi bombeyê hat xistin
    FSB: Dibe ku sînorê Rûsya û Norwecê bo sewkiyata çekan bê bikaranîn
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirina endamên DAIŞê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Saziya Îstîxbarata Navxweyî ya Rûsyayê (FSB), Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de