03:21 23 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 935a

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Navenda şopandina agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Lazkiyeyê bi nûnerên 2 xwecihên din re peyman hatiye dayîn û hat dest nîşan kirin ku hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 935a.

    Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku rêxistinên çekdar ên deryasayî di nava 24 saetên dawiyê de 39 êrîş pêk anîne û hat gotin ku milîtanan li herêmên Heleb (18), Şam (17), Lazkiye (2), Hama (1) û Derayê (1) bi çekên giran êrîş pêk anîne. Hat derbirîn ku ji êrîşên milîtanan 11 êrîş, ji aliyê rêxistinên ku daxuyandibûn ku ew li derveyî agirbestê ne, hat pêk anîn. Her wiha hat ragihand kul i bajaroka Suran a Hamayê milîtanan navgîna hewayî ya bêmirov û bombebarkirî bikar anîne.

    Navendê da zanîn kul i tevahiyê Sûriyeyê 2 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin û hat destnîşan kirin ku li Helebê li Mizgefta El Rahmayê bi qasî 700 kîlogram, li bajarê Hamayê li Nexweşxaneya Neteweyî jî bi qasî 200 kîlogram malzemeyên alîkariya mirovî hatin belavkirin.

    ‘TERORÎSTAN LI DIJÎ SENGERA ASRTÊŞÊ ÊRÎŞA KÎMYEWÎ PÊK ANÎN'

    Li gel vê yekê navendê belav kir k udi 13ê Mijdarê de li rpjhilatê Helebê li semta Kerîm Cazmatî li dijî sengerên artêşa Sûriyeyê êrîşa kimyewî hatiye pêkanîn û piraniya 30 leşkerên ku di wê êrîşê de jehrî bûne, bilez rakirine nexweşxaneya leşkerî ya li Helebê.

    Di daxuyaniyê de hat gotin, "Nimûneyên ku pisporên Navenda Ewlehiya Radyosyon, Kîmyewî û Biyolojîk a Rûsyayê ji qada êrîşê girtine, piştrast dikin ku milîtanan wek xaza jehrî klor bikar anîne."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ew ê sûdmend be ku Tirkiye tev li hev hevdîtinên bi Şamê re bibe
    Rûsya: Terorîstên planên êrîşan li Moskova û St. Petersburgê dikirin hatin girtin
    Rûsya: Li Sûriyeyê 2 kampanyayên mirovî hatin lidarxistin
    Rûsya: Ji bo Ûkraynayê tayînkirina balyoz girêdayî pêşketina têkiliyan e
    Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
    Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
    Etîketan:
    beşdarbûn, herêm, hejmar, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyay, Hama, Lazkiye, Heleb, Şam, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de