12:20 19 Tebax 2017
Zindî
    El Nûsra

    Mûxalifên sûriyeyî bêhêvî ne: Dibe di nêz de artêş Helebê rizgar bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Pisporê siyasî yê rûsî Aleksandr Hrolenko ragihand ku mûxalifên sûriyeyî bêhêvî ne lewra dibe artêşa Sûriyeyê di demeke nêz de herêma Helebê rizgar bike.

    Pisporê siyasî yê rûsî Aleksandr Hrolenko ragihand ku mûxalifên sûriyeyî bêhêvî ne lewra dibe artêşa Sûriyeyê di demeke nêz de herêma Helebê rizgar bike. Herî zêde qedera bajêr bi amadebûna Amerîka û Rûsya ya tunekirina Fetih El Şamê ve girêdayî ye.

    Rûsya ev demeke dirêj e bangî Washîngtonê ji bo tunekirina Fetih El Şamê û daxwaza veqetandina mûxalifên nerm ji Fetih El Şamê dike. Ji aliyê din ve maweyekî hindik ma ku Wezîfeya Serokê Amerîkayê Barak Obama biqede û li agahiyan Obama ji bo kuştina milîtanên Fetih El Şamê dîrektîf daye Pentagonê.

    OBAMA, DI SIYASETA DERVE YA AMERÎKAYÊ DE GUHERÎNÊN MEZIN KIRIN

    Pisporê rûsî Aleksandr Hrolenko ev biryara Obama ji ajansa Spûtnîkê re nirxand û got: "Barak Obama di siyaseta Washîngton a Sûriyeyê de guherînên mezin kirin. Lewra Amerîka pêşî Serokê Dewleta Sûriyeyê li Rojhilata Navîn wekî kesekî herî xirab didît û ji bo Fetih El Şamê statuyeke mûxalefeta maqul a nerm di hikûmeta Sûriyeyê de dixwest."

    Bi heman mijarî:

    Mûxalifên sûriyeyî dixwazin di nava 48 saetan de bigihîjin navçeya Dabiqê
    Reuters: "Mûxalifên sûriyeyî wê ji Tirkiyeyê êrişî Cerablusê bikin"
    Artêşa Sûriyeyê ji bo teslîmbûna cihadîstên Helebê 24 seet mawe dan
    Li Helebê êrîş: 2 mirî, 10 birîndar
    De Mistura li Tehranê, Helebê gotûbêj dike
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Fetih El Şamê (El Nûsra), Pisporê siyasî yê rûsî, Barak Obama, Aleksandr Hrolenko, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de