18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Artêşa Rûsyayê gefê li tu kesan naxwe

    © REUTERS/ PRAKASH SINGH
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ew ji ber endîşeyên hevalbendên xwe yên welatên Rojava yên di derbarê de tetbîqatên leşkerî de matmayî dimîne.

    Pûtîn dest nîşan kir ku Rûsya ji bo tu welatan ne metirsî ye û got, "Ez dixwazim careke din derbibirim, bila her kes bibihîze."

    Serokê Rûsî li bajarê Yaroslavlê bi xebatkarên febrîqeya Avtodizelê re hevdîtin pêk anî û got, "Lê artêşa me çalak e. Artêşa me nûjen e û bûye xwedî bandor. Kontrolên ji nişka ve jî di nav de hejmara tetbîqetan qat bi qat zêde bû."

    Pûtîn diyar kir ku kontrolên ji nişka ve carinan xofê dide ‘hevalbendan' ‘u wiha axivî, "Gava ku ew tetbîqatê dikin, xof me nagire, ji bo çi ew hêrs dibin? Gelekî bi hêrs in."

    Serokdewletê Rûsyayê got, "Ez dubare dikim, ev gelekî girîng e, em gefê li tu kesan naxwun û nêta me jî tune ye ku em gefê li henekan bixwun" û wiha axaftina xwe berdewam kir, "Ev ji bo çi ji me re pêwîst e? Axa me di cîhanê de axa herî mezin e, min ev tişt berê jî got û her kes jî dizane ku divê em ewlehiya welat û gelê xwe pêk bînin. Ev hêza artêşa me heye û em ê wê hîn bipêş bixin."

    Pûtîn bibîrxist ku li Rûsyayê bernameya pêşxistina artêşê berdewam dike û wiha got, "Artêşa me kompakt e lê gelekî xwedî bandor e. Ji ber vê yekê em ê reforma sazîbûnê jî başkirina hejmarê jî bidomînin.

    Serokê Rûsî got em ê di artêşê de li ser agahdarkirina bilez, kfişa mirovî û teknîkî, amûrên ragihandinê û çekên nûjen û teknolojîk jî bisekinin.

    ‘ALIYÊN BAŞ ÊN KARÊ MIN, JI ALIYÊN BAŞ ÊN FEBRÎQEYEKÊ NE CUDATIR E'

    Pûtîn diyar kir ku aliyên baş ên karên wî ji aliyên baş ên karkerekî febrîqeyê ne cudatir e û got, "Gava ku hûn bibînin ku hûn gihîştinin armanaca xwe, karê we wê kêfê bide we. Ya girîng û pêwîst kirina karekî ye û him ji bo we him jî ji bo mirovên hûn ji wan dixebitin bi sûd be, ew kêfxweşiya herî mezin e. Kêfxweşiya herî mezin ew ku ji encaman tê girtin."

    Pûtîn balkişand ser aliyên xerab ên kar jî û got, "Gelek hestên neyênî peyda dibe lê tiştekî ku were kirin, tune ye. Teqez di karê we de ev tişt heye. Tiştek ji destê we nayê an jî hinek hêviyên we dişikînin an jî hûn bi hinek rewşên nayên fikirîn re rûbirû dibin."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Min ji Pûtîn nameyeke pir baş girt
    'Dibe Pûtîn û Trump li Pragê bicivin'
    Pûtîn: Istiqrar di aboriyê de pêk hat lê hîn zû ye mirov behsa başbûneke cidî bike
    Pûtîn: "Dibe hecma îxracata berhemên sivîl ji ya çekan derbas bibe"
    Pûtîn: Em di sala 2017a de Şi dipên Moskovayê
    Pûtîn: Hîn hêvî ji bo têkiliyên me bi Amerîkayê re hene
    Etîketan:
    Serokdewletê Rûsyayê, artêşa rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de