20:25 17 Tebax 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Konaşenkov mercê xwe ji bo navbira mirovî eşkere kir

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir, eger Neteweyên Yekbûyî piştrast bike ku ew ê alîkariyên mirovî bigihîne bajarê Helebê û birîndar û nexweşan jê derxîne, ew amade ne ku careke din navbira mirovî bidin.

    Konaşenkov derbarê mijarê de wiha got: "Ji bo ku navbireke nû ya mirovî li bajarê Helebê pêk were, divê Neteweyên Yekbûyî piştrast bike ku ew ê alîkariyên mirovî bigihîne taxên rojhilatê bajarî û ew ê sivîl û birîndaran ji wê herêmê derxîne."

    Herwiha rayedarê rûs diyar kir di navbirên berê de, milîtanan hemû konvoyên alîkariya mirovî yên nêzîkî korîdorên alîkariyê dibûn bombebaran dikirin û wiha dewam kir: "Ji tecrubeyên me yên berê yên navbirên mirovî, rayedarên NYyê teqez kiribû ku pêş-peyman bi milîtanan re hatiye pêkanîn lê dûre diyar bû ku ew pêş-peyman tenê ji bo hefteyekê bû."

    Ji aliyê din ve, navbira mirovî ya dawî di 4ê Mijdarê de ji bo 10 saetan li Helebê hatibû sepandin. Rûsyayê bi wê bizavê dixwest ku sivîl û milîtanên çekên xwe datînin ji wê herêma bajarî derkevin."

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    “Heleb ji Sûriyeyê re, termê projeya kurdan ji Tirkiyeyê re”
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    SOHR: "Li Heleb û Gûtayê herî kêm 80 kes hatin kuştin"
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    Etîketan:
    navbira mirovî, milîtan, NY, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de