20:37 16 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Dmitriy Medvedev

    Medvedev: Saakaşvili bi xwe de rît

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev îstifaya Serokdewletê berê yê Gurcistanê Mihail Saakaşvili ji parêzgariya Odessa ya Ûkraynayê wek ‘binketinê' nirxand.

    Medvedev ê ku di civîneke çapemeniyê de behsa encamên serdana xwe ya Îsraîl û Filistînê dikir, behsa îstifaya Saakaşvili ya ji parêzgariya Odessayê jî kir.

    Medvedev ji bo Saakaşvili ev tişt gotin: "Vî rêwî dikare were gotin ku dîsa bi xwe de rît. Bêguman ev ji bo Ûkraynayê ya ku dipa herêma Odessayê di rêveberiya mirovekî wisa bi tecrube de bipêşkeve, bû rewşeke bê siûd. Ji ber ku encam neyênî bû."

    Medvedev wiha lê zêde kir, "qariyerê (Saakaşvili) li Gurcistanê qediya, tê dîtin kul i Ûkraynayê jî heman tişt dibe."

    Saakaşvili bi hinceta gendeliya rêveberên Ûkraynayê dev ji parêzgariya Odessayê berdabû. Saakaşvili Serokdewletê Ûkraynayê Pyotr Poroşenko bi parastina rêxistinên sûçdar tawanbar kiribû.

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de