14:59 21 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlîn: Em dixwazin têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re baş bikin

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Amerîkayê re baş bikin û got, "Em baş dizanin ku nabe em ji nişka ve guherînê bipên. Di polîtîkaya welatekî wek Amerîkayê mezin de payîna guherîn a ji nişka ve herî kêm ne li gorî mantiq e."

    Peskov dest nîşan kir ku Moskova ‘herî kêm dixwaze diyalogê bide destpêkirin' û wiha axivî, "Ji bo hevdîtina pirsgirêkên heyî em dixwazin rewşa amadebûna dualî û îradeya pêkanîna diyalogê bibînin."

    ‘MUEYÎDEYÊN AMERÎKA YÊN LI SER RÛSYAYÊ ZIRAR DA HER DU WELATAN'

    Peskov derbirî ku mueyîdeyên Amerîka yên li ser Rûsyayê zirar da her du welatan û got, "Hinek bandorên neyênî yên mueyîdeyan li ser me çêbû lê hinek bandorên wan ên erênî hene."

    ‘HINEK SEKTOR BI SAYA MUEYÎDEYAN MEZIN BÛN'

    Berdevkê Kremlînê got hinek sektorên Rûsyayê bi saya van mueyîdeyan mezin bûn û ger ku mijara rakirina mueyîdeyan were rojevê kesên di van sektoran dixebitin wê biryarê protesto bikin û got, "Rewş gelekî bi nakokî ye."

    Peskov dest nîşan kir ku mueyîde ne pirsgirêka Rûsyayê ye, pirsgirêka Amerîka û welatên din ên ku biryar girtine.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Em bi geşbiniyeke hayjixwe nêzîkî sozên Trump dibin
    Kremlîn: Em ji rêveberiya nû ya Amerîkayê îşaretên erênî dipên
    Kremlîn: "Di rojevê de hilbijartin tuneye"
    Kremlîn: Sûcdariyên DYA beradayî ne
    Etîketan:
    başkirin, têkilî, Berdevkê Kremlinê, Dmitriy Peskov, Moskova, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de