00:59 19 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Li Sûriyeyê 2 kampanyayên mirovî hatin lidarxistin

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêmên Lazkiye û Hamayê bi nûnerên 6 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 924a.

    Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin.

    Hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 48 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Şam (21), Heleb (22), Kuneytra (2), Lazkiye (2) û Hamayê (1) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê.

    Navendê da zanîn ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê hebin, êrîş pêk neanîn û bibîrxist ku faaliyetên ji bo ku xwarina germ û malzemeyên pêwîst li sivîlên ku ji Helebê reviyane were belavkirin, berdewam dikin.

    Navendê ragihand ku li tevahiyê welêt 2 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin û hat dest nîşan kirin kul i gudê Dimas ê herêma Şamê 2 ton û li taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê jî tonek malzemeyên alîkariya mirovî hatin belavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Me delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin"
    Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
    Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
    Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 5 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî girbestê bûn, gihîşt 914a
    Etîketan:
    lidarxistin, kampanyayên alîkariya mirovî, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Hama, Lazkiye, Heleb, Şam, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de