14:55 19 Sibat 2018
Zindî
    Yek ji serekeyên Azerî yên diaspora Rûsyayê Seyran Huseyînov

    'Yekîtiya me ya netewî dewlemendiya herî mezin a Rûsyayê ye'

    © Sputnik/ Fuad Safarov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yek ji serekeyên rêxistinên Azerî yên dîasporayê Seyran Huseyinov, ku li Rûsyayê xebatan dimeşîne, derbirî ku zêdebûna têkiliyên di navbera nûnerên gel û olên cuda yên li Federasyona Rûsyayê gelekî girîng e û got "Yekîtiya me ya neteweyî yek ji dewlemendiyên herî mezin ê Rûsyayê ye."

    Huseyinov ji bo Sputnikê axivî û got, "Wateya bûyera 4ê Mijdarê di dîroka Rûsyayê de pir girîng e. Rûsya welatê gelek gelan e. Pêşiyên me di şer de li gel hevdu şer kirin. Rûsya welatê me ye û armanca me ew e ku em tevkariyê li xurtbûna têkiliyên Rûsya û Azeriyan bike. Bêguman ev tablo encama polîtîkayên 15 salan e. Yanê encama polîtîkayên Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn e. Em jî piştgiriyê didin polîtîkayên wî."

    ‘HÊZA RÛSYAYÊ DI YEKÎTIYA ME DE YE'

    Huseyinov derbirî ku divê xweşbîna li Rûsyayê ji bo hemû cîhanê bibe mîna û wiha berdewam kir:

    "Ez dixwazim ji vir bangî kesên rexneyê li Rûsyayê digirin, bikim. Xweşbîna li Rûsyayê divê ji bo hemû cîhanê bibe mînak. Di Roja Yekîtiya Newewî ya 4ê Mijdarê de di serî de li Moskovayê û li hemû bajarên welatê me gelên me yên cuda bi hevdu re meşiyan û peyam da hemû cîhanê. Di salên şer de me bi hevdu re Nazî têk birin. Em ji bo pêşketina Rûsyayê bi hevdu re dixebitin. Di salên Şerê Cîhanê yê Duyem de welatiya leşkerên Sovyetê nehat pirsîn. Em wek gelê Rûsyayê îro li al û welatê xwe xwedî derdikevin."

    Etîketan:
    dewlemendî, yekîtiya netewî, Berpirsê Azeriyên li Rûsyayê, Seyran Huseyînov, Rûsya, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de