10:48 22 Hezîran 2018
Keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê

Balafirên keştiya Kuznetsovê li qada hewayî ya Sûriyeyê difirin

© Sputnik/ Dover Marina
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê gihîştiye qeraxên Sûriyeyê û li qada wê bi awayekî rêk û pêk tim firînan dikin.

Hat ragihandin ku keştiya balafirên şer a Amiral Kuznetsovê gihîştiye qeraxên Sûriyeyê û li qada wê bi awayekî rêk û pêk tim firînan dikin û dibe her kêlî dest bi operasyonên hewayî yên li hemberî grûbên terorîst bikin.

Li gorî nûçeya medya rûsî ku dispêre çavkaniyekî dîplomatîk ê leşkerî yê rûsî, balafirên Mig-29 û Su-33 ên li ser keştiya Amiral kuznetsovê ji bo lêkolîn û rewşa qadê hîn bibin tim firînên amadehî pêk tînin.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Fîloya rûsî ku ji keştiyên Amiral Kuznetsov, kruvazor Pyotr Velîkiy û firqateyna Amiral Grîgorovîç li qeraxên Sûriyeyê ji bo ku operasyonan bibin ser baregeh û çeperên grûbên terorîst her kêlî amade ne."

KEŞTIYÊN ÎSTÎXBARATÊ JÎ LI PEY AGAHIYAN IN

Herwiha çavkaniyê leşkerî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Keştiyên îstîxbaratê yên rûsî jî li qeraxên Sûriyeyê bi cih bûne, hem li qeraxê û hem jî li qadên bejayî ji bo ku baregeh û çeperên terorîstan deşifre bike dest bi firînên berhevkirina îstîxbaratê kirine."

 

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: "Me delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin"
Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
Rûsya: "Tirkiye ji bo firingiyan divê nêzî du sê salan bisekine"
Rûsya: "Xuyaye ku hê jî dewletên rojavayî hisaban li ser El Nûsrayê dikin"
Etîketan:
Fîloya keştiyên rûsî, Çavkaniyê dîplomatîk ê rûsî, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de