01:53 25 Hezîran 2018
Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergei Ryabkov

Ryabkov: "Heke plana Amerîka ya El Nûsrayê rast be emê kêfxweş bibin"

© AFP 2018 / LOUAI BESHARA
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku heke plana Washîngton a Fetih El Şamê (El Nûsra) rast be emê kêfxweş bibin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku plana Washîngtonê ya ku serokên El Nûsrayê dê werin kuştin piştî ku bi awayê fermî hat serastkirin emê ji vê biryarê kêfxweş bibin.

Sergey Ryabkov di axaftina xwe de nûçeya Washîngton Postê ya ku dibêje Serokê Amerîkayê Barak Obama ji bo kuştina serokên El Nûsrayê dîrektîf daye şîrove kir û got: "Ev agahî hê ji terefê meqamên fermî ve nehatiye serastkirin, lê ku were serastkirin emê bi vê biryarê kêfxweş bibin."

Rojnameya Washîngton Postê di nûçeya xwe ku spartibû çavkaniyên fermî de ragihandibû ku Barak Obama ferman daye Wezareta Parastinê ya Pentagonê ku serokên El Nûsrayê bibînin û wan bikujin.

EV BIRYAR ACIZIYA OBAMA DERDIXÎNE HOLÊ

Li gorî daxuyaniya çavkaniyên fermî ku ji rojnameya Washîngton Postê re axivîne, ev biryara Obama ya şandina Navgînên Hewayî yên Bêmirov (NHB) ku li herêmê îstîxbaratê berhev bikim û tevgera milîtanên rêxistina El Qaîdê ku hinek herêm wekî baregeh ji xwe re bikar tîne diyare ku buye sedema aciziyê.

Bi heman mijarî:

Ryabkov: "Di dema hilbijartinê de me pêwendî bi ekîba Trump re danî"
Ryabkov: Em hemû gavên maqûl ji bo çareserkirina kêşeyên helebiyan diavêjin
Ryabkov: "Amerîka û Fransa ji aqlêselimiyê dûr dikevin"
Ryabkov: "Amerîka li şûna tekoşîna terorîzmê bike hemleyen jeopolîtîk dike"
Etîketan:
EL Nûsra, Îdîaya rojnameya Washîngton Postê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Barak Obama, Sergey Ryabkov, Amerîka, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de