09:45 23 Hezîran 2018
Îgor Konaşenkov

Rûsya: "Me delîlên ku terorîstan li Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin"

© Ruptly . Aleksandr Vilf
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand me guleyên ku grûbên terorîst li herêma Helebê çekên kîmyewî bikar anîne bidest xistin.

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov di daxuyaniya xwe de got: "Pisporên wezaretê hinek guleyên ku ji terefê terorîstan ve hatine avêtin û neteqiyane yên kîmyewî hatin dîtîn. Perçeyê guleyên teqandî j3i hatin berhevkirin."

Li gorî daxuyaniya Konaşenkov, gule di laboratuwarên seyar de hatin testkirin û li gorî pêşbîniyên pêşî di nava guleyan de madeya klor û fosfora spî derketiye.

Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha heman numune wê li tesîsa bi lisans a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li Rûsyayê jî werin testkirin."

Bi heman mijarî:

Konaşenkov, şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir
Konaşenkov: "Ev 7 rojin balefirên rûsî li ser Helebê nefiriya ne"
Konaşenkov: "Nûçeyên ku dibêjin Amerîka wê êrişî artêşa sûrî bike kare CIAyê be"
Konaşenkov: ‘Di destê terorîstan de çekên ku dikarin balafiran bixînin hene'
Konaşenkov: 'Rûsya, Tirkiye û Amerîka dikarin ji bo Sûriyeyê rûnin masê'
Etîketan:
Grûbên Terorîst, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li Rûsyayê, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de