16:31 22 Hezîran 2018
Sûriye

Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêmên Lazkiye, Şam û Hamayê bi nûnerên 4 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 914a. Hat diyar kirin ku li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin.

Hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 41 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Şam (18), Heleb (17), Lazkiye (5) û Derayê (1) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê.

‘MILÎTAN NHByên BOMBEBARKIRÎ BIKARTÎNIN'

Navendê dest nîşan kir ku milîtan li bajaroka Ayn el Qantara ya Lazkiyeyê NHByên bombebarkirî bikar tînin û ragihand ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê hebin, êrîş pêk neanîne.

Navendê da zanîn ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê hebin, êrîş pêk neanîn û bibîrxist ku faaliyetên ji bo ku xwarina germ û malzemeyên pêwîst li sivîlên ku ji Helebê reviyane were belavkirin, berdewam dikin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li tevahiyê Sûriyeyê 3 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin.

Navendê anî ziman ku li gundê El Tewnî ya herêma Hamayê tonek û nîv, li bajaroka Haffa ya herêma Lazkiyeyê tonek, li taxa Şêx Ebubekir a bajarê Helebê li Dibistana Bazirganiyê jî tonek malzemeyên alîkariya mirovî hatin belavkirin.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî girbestê bûn, gihîşt 914a
Rûsya: Li tevahiyê Sûriyeyê 5 kampanyayên alîkariyê hatin lidarxistin
Rûsya: "Xuyaye ku hê jî dewletên rojavayî hisaban li ser El Nûsrayê dikin"
Rûsya: Behnvedana li Helebê ne ji bo terorîstan divê bo sivîlan bibe fersend
Rûsya: Sewqiyata çekan ji bo Sûriyeyê dewam nakin
Etîketan:
lidarxistin, kampanyayên alîkariya mirovî, Hêzên Hewayî yên Rûsyayê, Artêşa Sûriyeyê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Hama, Lazkiye, Heleb, Şam, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de