14:52 18 Mijdar 2017
Zindî
    Firingî

    Rûsya: "Tirkiye ji bo firingiyan divê nêzî du sê salan bisekine"

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 77120

    Wezareta Çandinî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo îxracata firingiyan divê dora du sê salan bisekine.

    Berpirsyarekî ji Wezareta Çandinî ya Rûsyayê ji medyaya Rûsyayê re got: "Ji bo destûrdayîna firingiyên tirk ku têkevin bazara rûsî em pêşniyara sekna du sê salan li Tirkiyeyê dikin. Di nava vî du sê salî de berhemdêrên rûsî wê di maweyê de hilberîna xwe biqedîne û dê were asta ku bikaribe bi firingiyên Tirkiyeyê re reqabetê bike."

    Berpirsê wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de pirsa ku gelo Rûsya dê destûra standina berhemên din bide an na bê bersiv hişt.

    Piştî ku balafira Su-24 a rûsî ji terefê jetên Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hat xistin, Rûsyayê firingî jî xistibû nava berhemên çandinî ku qedexe kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya qedexeya hinek berhemên çandinî yên Tirkiyeyê rakir
    Rûsya careke din venêrînerên xwe yên çandinî dişîne Tirkiyeyê
    Ji bo îtxalata berhemên çandinî yên Tirkiyeyê şertekî Rûsyayê heye
    Venêrên çandinî yê rûsî: "Tirkiye daxwazên me fêhm nake"
    Pûtîn: "Ji bo rakirina xedeya berhemên çandinî qelîte şert e"
    Etîketan:
    îxracata firingiyan, Ajansa TASSê, Wezareta Çandinî ya Rûsyayê, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de