14:01 26 Îlon 2017
Zindî
    Pergala parastina moşekên S-400î

    Rûsya: Sewqiyata çekan ji bo Sûriyeyê dewam nakin

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4610

    Serokê Şaxa Hevkariya Teknîkî û Leşkeriya Ferderal a Rûsyayê (FSVTS) Aleksandr Fomin ragihand ku sewqiyata çekan ya Rûsyayê ji bo Sûriyeyê dewam nake.

    Fomin, destnîşan kir ku rewşa niha Sûriye têdeye tê zanîn û heta niha gelek çek û çebilxane ji aliyê Rûsyayê ve hatiye şandin. Lê niha sewqiyata leşkerî ji bo Sûriyeyê dewam nake.

    "DIBE HETA 2020AN SEWQIYATA S-400AN JI BO ÇÎNÊ BÊ KIRIN"

    Serokê (FSVTS) Aleksandr Fomin derbarê peymana sewqiyata pergala parastina moşekên S-400ê ku Rûsya-Çîn mor kirine de jî axivî û diyar kir ku heta sala 2020an pêk were. Moskova û Pekînê di Nîsana 2015an de peymana sewqiyata pergala S-400ê mor kiribûn, lê naveroka peymanê bi raya giştî re nehatibû parvekirin.

    "DIBE PEYMANÊN KU BI ÎRANÊ RE HATINE MORKIRIN BIKEVIN MERÎTEYÊ"

    Rayedarê rûsî derheqê hevkariya bi Îranê re jî axivî û got: ‘Dibe ku peyamanên peydakira çekan ku beriya niha bi Tehranê re hatine morkorin bikevin merîteyê. Herwiha Fomin eşkere kir ku her du alî jî, ji vî yekî razîne.'

    SPARÎŞÊ ÇEKÊN RÛSÎ DI ASTA 52 MÎLYAR DOLARÎ DENE

    Ji aliyê din ve Fomîn da zanîn ku sparîşê çekên Rûsyayê di asta 52 mîlyar dolarî dene.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Destpêkirina tura cruise ya Soçi, Stenbol û Selanîkê bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye"
    Rûsya: "Raporta HRWê êrişa enformasyonî ye"
    Esad: Rûsya naxwaze min bike 'serokê peylestok'
    Rûsya: Me ji Amerîkayê agahiyên cih ên terorîstan negirtine
    Rûsya: Xetên me yên ceyranê di asta bilind de tên parastin
    Etîketan:
    S-400, pergal, peyman, leşkerî, çek, sewqîyat, Şaxa Hevkariya Teknîkî û Leşkeriya Ferderal a Rûsyayê (FSVTS), Aleksandr Fomin, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de