08:07 24 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Berovajî Amerîkayê, çalakiyên Rûsyayê ti kesî tehdîd nakin

    © Sputnik/ Natalia Seliverstova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov diyar kir ku çalakiyên NATOyê li ser sînorê Rûsyayê, suriştiya êrîşkar a hevalbendiyê nîşan dide lê çalakiyên Rûsyayê ji bo dabînkirina ewlekariya xwe ya neteweyî ti kesî tehdîd nakin.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di roportaja xwe li gel rojnameya Timesê de diyar kiribû ku Rûsyayê hêza xwe ya leşkerî zêde kiriye û teqez kiribû ku NATOyê ji dema Şerê Sar û vir ve, bi berfirehtirîn piştgiriya kolektîv bersiv dayiyê.

    "RÛSYA DI NAVA SÎNORÊN XWE DE TEVDIGERE"

    Peskov gotinên Stoltenberg rave kirin û got: "Rûsya ji aliyê ewlekariya neteweyî di hundirê sînorê xwe de tevdigere û welatên din tehdîd nake. Lê rastiyeke berbiçav e ku NATO careke din bingehên xwe yên leşkerî nêzîkî sînorên Rûsyayê kirine."

    "HEVALBENDÎ NE JI BO AŞTIYÊ LÊ JI BO ÇALAKIYÊN ÊRÎŞKAR HATIYE DAMEZIRANDIN"

    Herwiha rayedarê rûs teqez kir ku surişta êrîşkar ya NATOyê bi gotinên Stoltenbergî careke din hatin peyitandin û wiha pê de çû: "Divê em ji bîr nekin ku hevalbendî ne ji bo pêkanîna aştiyê lê ji bo çalakiyên êrîşkar hatiye damezirandin. Li gel ku ti rêxistin wek NATOyê tine jî lê ji ber sedemên îdeolojîk, siyasî û pêkhateyî yên damezirandina wê, ne pêkan e ku mirov bikare surişta wê biguherîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Hûrgiliyên alîkariya Kurdistanê ji Rûsyayê xwestibû diyar bûn
    Kurdistan: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kir"
    Esad: Bi midaxeleya Rûsyayê DAIŞ bi her awayî biçûk bû
    Medvedev ji bo televîzyona Îsraîlê behsa armancên Rûsyayê yên li Sûriyeyê kir
    Zaxarova: Welatên Rojavayî Qirimê wek axa Rûsyayê qebûl dikin
    Pûtîn: "Hebûna Rûsyayê li Antartîqayê pir girîng e"
    'Keştiya Amîral Kuznetsov a Rûsyayê, Sûriye ji êrîşên Amerîkayê parast'
    Rûsyayê xelata wêjeyê da Orhan Pamuk
    Etîketan:
    tehdîd, êrîş, NATO, Dmitriy Peskov, Jens Stoltenberg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de