14:44 22 Îlon 2017
Zindî
    Pergala parastina moşekên S-400î

    Rûsya: Ji bo Tirkiyeyê sewqiyata pergala parastin a hewayî di rojevê de ye

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Serokê Daîreya Leşkerî û Hevkariya Teknîk a Rûsyaya Federal (FSVTS) Aleksandr Fomin daxuyand ku hevkariya leşkerî û teknîkî ya bi Tirkiyeyê re wê ji nû ve destpê bike û dest nîşan kir ku sewqiyata pergala parastin a hewayî jî di çarçoveya hevkariyê de di rojevê de heye.

    Fomin ji medyaya Rûsyayê re axivî û derbirî ku Moskova û Enqere plansaziyê dikin ku heta dawiya salê di warê hevkariya leşkerî û teknîkî de civîna komîsyon a navhikumetî lidar bixin. Rayedarê Rûsî diyar kir ku hevdîtinên ji bo diyarkirina dîrok û cihê civînê berdewam dikin û da zanîn ku hevkariya leşkerî û teknîkî ya piştî ketina balafira Rûsî hatibû rawestandin, wê ji nû ve destpê bike.

    Fomin derbirî ku ji bo Tirkiyeyê mijara sewqiyat a pergala parastin a hewayî jî di çarçoveya hevkariyê de di rojevê de ye.

    DI DEMA SERDANA PÛTÎN DE HATIBÛ ROJEVÊ

    Mijara hevkariya leşkerî di 10ê Cotmehê de li Stenbolê di hevdîtina navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan de jî hatibû rojevê. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov gotibû Rûsya dibe ku ji bo Tirkiyeyê sewqiyata hinek pergalên parastina hewayî binirxîne û li gel vê yekê Berdevkê Serokomariyê Ibrahim Kalin jî diyar kiribû wan li ser hevkariya di derbarê pîşesaziya parastinê de bi Rûsyayê li hevdu kirine û dest nîşan kiribû ku li ser hûrgiliyên vê hevkariyê xebat tên meşandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye, di mijara Mûsilê de tim di pêwendiyê de ne
    Meşkov: "Rûsya û Tirkiye dê vegerin trafîka hevdîtinan a berî krîzê"
    Lavrov: "Rûsya, Tirkiye, Amerîka û Siûdî roja şemiyê ji bo Sûriyeyê dicivin"
    'Nêzîkbûna Rûsya û Tirkiye bingeha çareseriya şerê Sûriyeyê ava dike'
    Peskov: Rûsya û Tirkiye bo li Sûriyeyê diyalog pêk bê hewldaneke siyasî didin
    Rûsya û Tirkiye fonek hevpar ava dikin
    Etîketan:
    pergala parastin a hewayî, rojev, sewqiyat, Serokê Daîreya Leşkerî û Hevkariya Teknîk a Rûsyaya Federal (FSVTS), Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Serokomarê Tirkiyeyê, Aleksandr Fomin, Recep Tayîp Erdogan, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Moskova, Enqere, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de