09:51 24 Îlon 2017
Zindî
    Leonid Reşetnikov

    Reşetnikov: Divê mafên kurdan ê çandî bên parastin lê em dijî serxwebûna wan in

    © Foto: RISS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10511

    Serokê Enstîtûya Xebatên Stratejîk a Rûsyayê Leonid Reşetnikov bersiva pirsyarên rojnameya Hurriyetê ya tirkî da û got,"em PYDê wek terorîst nahesibînin û piştigriyê didin mafên çaendeyî yên kurdan lê em dijî damezirandina dewleteke kurdî ne."

    Reşetnikovê ku di tîma nêzîk a xebatê ya Serokê Dewleta Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn û Serokê Enstîtûya Xebatên Stratejîk a Rûsyayê hefteya borî beşdarî bernameya Navenda Polîtîkayan a Enqereyê bû û li wê derê bersiva pirsyarên rojnamevana Hurriyetê Casnu Çamlibelê da.

    Çamlibelê diyar kir ku Tirkiye PYD/YPGê wek hêzeke terorîs dibîne lê nûnerîtiyeke PYDê li Moskovayê heye û pirsî bê piştî lihevhatina Tirkiye û Rûsyayê, gelo Rûsyayê qebûl kiriye ku PYD wek rêxistineke terorê bihesibîne.

    "PYDÊ NE TERORÎST E"

    Serokê Enstîtûya Xebatên Stratejîk a Rûsyayê diyar kir ku ew PYD wek rêxistineke terorê nahesibînin û wiha got: "Em wan wek terorîs nahesibînin lê em piştgiriyê nadinê wê yekê ku dewleteke serbixwe damezirînin. Erê nûneritiyeke wan heye lê ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê lê wek nûneritiyeke fermî nayê pejirandin."

    Herwiha Reşetnikov teqez kir ku ew li Sûriyeyê piştgiriyê nadin xweseriyan û wiha got: "Em li dijî wê yekê ne ku Sûriyeyê li ser xweseriyan dabeş bibe. Ev xweserî dê Sûriyeyê perçe bike. Kurd li Sûriyeyê dikarin mafên xwe yên çandeyî bistînin lê xweserî na."

    "XWESERIYA LI SÛRIYEYÊ, DÊ HEMA HEMA BIBE DEWLETEKE SERBIXWE"

    Serokê Enstîtûya Xebatên Stratejîk a Rûsyayê derbarê mafên çandeyî de û statûya Rojavayê û Herêma Kurdistanê dan ber hev û wiha axivî: "Ez bi xwe li dijî wê me ku welatek perçe bibe. Iraq hema hema perçe bûye. Li gel ku ew ji xwe re dibêjin otonomî lê hema hema bi awayekî serbixwe tevdigerin. Lewra eger kurd li Sûriyeyê xweseriya xwe bi dest bixin, ew ê hema hema dewleteke serbixwe be. Nabe em bi nexşeyan bilîzin û Rojhilata Navîn ji binî ve biguherînin. Divê kurd li hemû derên lê dijîn, bikarin çanda xwe li pêş bixin û zimanê xwe bijînin lê em li dijî wê ne ku dewletê ava bikin. Çarenûsa dîrokê wiha ye. Li dû Iraqê em Îran, Sûriye û Tirkiyeyê jî perçe bikin? li Ermenistanê jî kurd hene."

    "DIVÊ KU ÇARENÛSA DÎROKÊ QEBÛL BIKIN"

    Reşetnikov li ser têkiliya PKKê û PYDê jî wiha got: "Ti agahiyeke wiha destê min de tine. Tiştê ez dizanim, Amerîka bi awayekî çalak bi wan re dixebite. Çek û pereyan dide wan. Şêwirmendên wê li wê derê ne. Yên me ti Şêwirmendên me li wir tine ne. Berî niha jî min got, ne tiştekî rasteqîn e ku li yekê ji van 4 welatan xwesrî bê damezirandin. Divê kurd di vê mijarê de bi çarenûsa xwe qayîl bibin. Em nikarin dinyayê biguherînin. Hinek dixwazin dinyayê biguherînin lê ev dibe sedema şerên nû. Divê armanc ew be ku mafê kurd li her welatekî bibe wek hev. 100 komên etnîk li Rûsyayê hene, em ê serxwebûnê bidin hemûyan. Eger kurd li cihekî rastî fişarê werin, divê em li dijî wê derkevin lê em li dijî wê yekê ne ku dewletê damezirînin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    PYD: Rûsya li rêxistinên terorîst dide
    PYD: ‘Rûsya, dixwaze em tev li Cenevreyê bibin lê Tirkiye asteng dike'
    TAYBET - PYD: Rûsya heyfa temamê Ewropa ji DAIŞê distîne
    PYD: ‘Rûsya alîgirê çareseriyê ye'
    PDK û PYD bi hev re diçin Rûsyayê
    Erdogan: ‘PYD dê mîna DAIŞê êrişî Rûsyayê bike'
    TAYBET - DENG - PYD: Em ê li Rûsyayê nûneriyê vekin
    Etîketan:
    Nerîna Rûsyayê li serxwebûna kurdistanê, Serxwebûna Kurdistanê, ypg, pyd, Vladîmîr Pûtîn, Leonid Reşetnikov, Kurdistan, Sûriye, Ermenistan, Iraq, Tirkiye, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de