12:52 25 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: "Tu mafekî me ku em tevlî pirsgirêkên hilbijartina Amerîkayê bibin tuneye"

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov careke din ragihand ku Rûsya mûdaxeleya hilbijartina Amerîkayê nake.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskovayê di civîneke rojnamevanî de got: "Mijara hilbijartina Amerîkayê bi tevahî mijareke navxweyî ye. Ne mafê me û ne jî armanceke me tuneye ku em tevlî problemên hilbijartin ên Amerîkayê bibin, ji xwe ev pêvajo bi vî halê xwe jî bi problem e."

    Ji aliyê din ve pirsa nivîskarê Newsweekê Kurt Eichenwald ku îdîayek avêtibû holê ji Peskov hat pirsîn.

    Kurt Eichenwald îdîa kiribû ku Kremlînê derheqê namzeda demokrat a Amerîkayê Hillary Clinton de dosyayek amade kiriye û ji bo amadekirina dosyayê jî Dmitriy Peskov hatiye wezîfedarkirin.

    EW ŞEXS NE EZ IM

    Dmitriy Peskov di bersivdayîna vê pirsê de got: "Na, ew şexs ne ez im. Li Rûsyayê kesî ku derheqê namzedên serokatiya Amerîkayê de kampanyaya enformasyonê bimeşîne tu kes tuneye. Ev îdîa bi serê xwe tewşo mewşo ne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Bawer nakim ku Times bi planên Pûtîn ê Helebê bizanibe"
    Peskov: "Pûtîn dixwaze li cihanê gengeşî kêm bibe"
    Peskov: Pûtîn amadeye ku bi serokê nû yê DYAyê re hevkariyê bike
    Peskov: "Hisabê cîgirê Pûtîn nehatiye hackkirin"
    Peskov: "Çapemeniya rojavayî çalakiyên rûs û sûrî yên li Helebê naweşînin"
    Etîketan:
    Namzeda demokrat a Amerîkayê, Nivîskarê Newsweekê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Kurt Eichenwald, Hillary Clinton, Dmitriy Peskov, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de