11:41 24 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Hêzên hevpeymanê li Mûsilê 'qirkirina serdema navîn' pêk tînin

    © Sputnik/ Yevgeniy Odinokov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji ber wendahiyên sivîl ên li Mûsilê rexne li hevpeymana navdewletî ya bi serkirdayetiya Amerîkayê girt û operasyona hevpeymanê wek ‘qirkirina serdema navîn' binav kir.

    Zaxarova li ser hesabê xwe yê Facebookê dîtinên xwe yên di derbarê operasyona Mûsilê de parve kir û derbirî ku operasyonên hevpeymanê li Mûsilê dibe sedema wendahiyên sivîl û got welatên Rojava ji bo astengkirina van wendahiyan tu plansaziyê nake.

    Berdevka Wezareta Karên Derve got, "Operasyona ku ji aliyê hêzên mezin ên sedsala 21emîn ve li dijî terorê tê lidarxistin, veguherî qirkirineke serdema navîn a li hemberî sivîlan. Xwecihên Mûsilê him ji aliyê terorîstan ve him jî ji aliyê hêzên hevpeymanê ve, ku li dijî terorîstan şer dikin, bi awayekî gierseyî tên kuştin."

    ‘DORPÊÇKIRINA ENFORMASYONÊ TÊ PÊKANÎN'

    Zaxarova dest nîşan kir ku hêzên hevpeymanê dorpêçkirina enformasyonê pêk tînin û got, "li ser pêşketin û şûndeketina hêzên hevpeymanê, bandora taktîka tê bikaranîn, çawaniya wendahiyên aliyan, çend sortî hatine lidarxistin û ev sortî ji aliyê kîjan welatan ve hatine lidarxistin, tu agahî tune ne." Zaxarova anî ziman kut ê fikirîn ku di vî warî de ferman hatibe dayîn.

    ‘HEVPEYMAN LI HEMBERÎ MILÎTANÊN Lİ HELEBÊ HÎN BAŞ TEVDIGERE'

    Ji aliyê din ve Zaxarova diyar kir ku ji bo rizgarkirina sivîlan tu plansazî tune ye. Rayedara Rûsî balkişand ser ku di warê derxistina gel de rewşeke bêpergal bi bandor e û got helwesta hevpeymanê ya li hemberî xwecihên Mûsilê, ji helwesta wan a li hemberî milîtanên li Helebê xerabtir e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Raporta HRWê êrişa enformasyonî ye"
    Esad: Rûsya naxwaze min bike 'serokê peylestok'
    Rûsya: "Ji bo nûçeyên êrişên sîberî em li benda bertekên Amerîkayê ne"
    Rûsya: 2 leşkerên me li Helebê birîndar bûn
    Rûsya: Li Sûriyeyê li 5 nuqteyan alîkarî hat belavkirin
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Etîketan:
    pêkanîn, qirkirina serdema navîn, Hêzên Hevpeymanê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Maria Zaxarova, Mûsil, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de