20:08 22 Îlon 2017
Zindî
    Kurdên herêma Stavrepolê ya li Rûsyayê

    Kurdistan: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kir"

    © Foto
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 60 0 0

    Serokê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Falah Mustafa ragihand ku wan ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kirine.

    Serokê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Falah Mustafa ragihand ku wan ji Rûsyayê daxwaza alîkariya însanî û leşkerî kirine.

    Serokê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Falah Mustafa di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiya ya rûsî de got: "Me ji Rûsyayê daxwaza alîkariya leşkerî kir. Ji ber ku niha tekoşîna li hemberî terorîzmê di rewşeke gelekî hestyar û girîng de ye. Lewra niha em ji bo rigarkirina bajarê Mûsilê ku ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê derxînin şerî dikin."

    Falah Mustafa di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ji bo koçberên ku ji herêmên din ên Iraqê û ji Sûriyeyê derbasî Herêma Kurdistanê dibin pêwistiya me bi alîkariya însanî heye. Me ev daxwaza alîkariyê gihande Moskovayê û wan jî got emê vê daxwaza we binirxînin û emê hewl bidin ku alîkariyê bikin."

    Dîplomatê Herêma Kurdistanê Falah Mustafa hefteya borî li Moskovayê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihail Bogdanov re hevdîtinek pêk anî bû.

    Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de ji xeyrî artêşa Iraqê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî tevlî dibin û penaberên ku ji rêxistina terorîst a DAIŞê direvin zêdetir xwe li kampên herêmê digirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Em hevkariyeke dirêj û stratejîk bi Kurdistanê re plan dikin'
    FLAŞ - Rûsya: 'Me ji bo dijberiya DAIŞ û El Nûsrayê çek dane Kurdistanê'
    Şêwirmendê Barzanî: ‘Rûsya ji bo Kurdistanê gelekî girîng e'
    Rûsya: 'Em ê bi Kurdistanê re hin projeyên hevpar yên aborî li dar bixin'
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Herêma Kurdistanê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Serokê Têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mihail Bogdanov, Falah Mustafa, Kurdistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de