08:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Dmitriy Medvedev

    Medvedev ji bo televîzyona Îsraîlê behsa armancên Rûsyayê yên li Sûriyeyê kir

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Medvedev diyar kir ku li Sûriyeyê armanca wan a sereke ew e ku pêşiyê li cîhadîstên berê yên komara Sovyetê bigirin, da ku venegerin Rûsyayê û bi awayî ewlehiya xwe ya neteweyî xurt bike. Medvedev derbirî ku armanceke Rûsyayê jî piştgirtina Serokdewletê Sûriyeyê Esad e.

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev berê serdana xwe ya Îsraîlê ku wê di 9ê Mijdarê biçe, ji bo televîzyona Kanal2 ya Îsraîlê axivî û behsa armancên Rûsyayê yên li Sûriyeyê kir.

    Medvedev di gotûbêja xwe de got, "Dibe ku hûn zanibin ku bi hezaran welatiyên Rûsyayê û kesê ji komara Sovyetê ya berê niha li Sûriyeyê şer dikin. Ev kesên ku mejiyên wan hatine şuştin, dibe ku wek kujer û terorîstekî vegerin mala xwe." Medvedev di axaftina xwe anî ziman ku, "Em naxwazin ev kes gava ku karên wan ên li Sûriyeyê qediya vegerin Rûsyayê û heman tiştan bikin."

    Medvedev balkişand ser şerê salên 1990î yên Çeçeçnîstanê û got, "Di raboriyê de pirsgirêkên bi awayî hatin serê Rûsyayê. Ji ber vê yekê berê her tiştî em dixwazin ew li wir (Sûriyeyê) bimînin."

    Medvedev wiha berdewamî da axaftina xwe: "Çalakiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê, tenê ne ji ber zêdebûna bêîsttîqrariya li Rojhilata Navîn e, berê her tiştî ji bo parastina berjewendiyên me yên netewî ne."

    Li gorî ragihandina Medvedev li Sûriyeyê yek ji armancên Rûsyayê jî ew e ku piştgiriyê bidin Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad: "Hikumeta Sûriyeyê j ime piştgiriya leşkerî xwest. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî ji bo hikumeta Sûriyeyê li gorî berjewendiyên me yên netewî bi awayekî sînokirî biryara piştgiriyê da."

    Ji aliyê din ve Medvedev dest nîşan kir ku Rûsya ne ji bo ku Esad li ser desthlatdariyê bimîne, ji bo ku Sûriye perçe nebe û nekeve destê terorîstan piştgirî da Esad û got, "Ger ku Sûriye perçe bibe û her perçeyek jî têkeve destê komek terorîst wê ji bo herkesî bibe metirsî. Tiştên ku li Sûriye ya ku demekê li Rojhilata Navîn dewleta herî biîstîqrar bû, diqewme pir xembar e û dibe ku ji bo tevahiyê Rojhilata Navîn bibe sedema bêîstîqrariyê."

    Bi heman mijarî:

    Di foruma ku Medvedev tevlî bibû de dengê teqînan hat bihîstin
    Medvedev û Yildirim bi riya telefonê hevdîtin pêk anî
    Ji Pûtîn bo Medvedev xelateke bi wate
    Pûtîn û Medvedev rojeke xwe bi masîgiran re derbas kirin
    Etîketan:
    televîzyona Îsraîlê, terorîst, behskirin, armanc, Serokdewletê Sûriyeyê, Serokdewletê Rûsyayê, Serokwezîrê Rûsyayê, Beşar Esad, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Medvedev, Çeçenîstan, Sûriye, Îsraîl, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de