14:45 22 Îlon 2017
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Me ji Amerîkayê agahiyên cih ên terorîstan negirtine

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku Moskovayê ji Washingtonê hêj jî nexşe û agahiyên koordînatê yên di derbarê komên terorîst de negirtine.

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Igor Konaşenkov got, "Amerîka ew qas dem e, sozên ku di çarçoveya peymana wan a li gel me de dane me, hêj jî neanîne cih. Ji ber ku me di derbarê komên terorîst de ji Amerîkayê ne nexşeyek, ne koordînatên cihên wan û ne jî agahiyeke din girt. Me ne di derbarê DAIŞê de ne jî di derbarê El Nûsrayê de (bi navê xwe yê niha Fetih El Şam) agahiyeke wisa girt."

    Ji aliyê din ve Konaşenkov Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê John Kirby, ji ber gotinên wî yên ‘gelê Helebê ji behnvedanên mirovî yên Rûsyayê sûdê wernagirin' rexne lê girt û ev tiş gotin: "Ev daxuyaniyên Kirby careke din derxist holê ku em û Karên Derve yên Amerîkayê ji behnvedanên mirovî tiştên cuda fêm dikin. Ji ber ku tenê di nava meha dawî de me 100 ton alîkarî şand Helebê. Di nava van alîkariyan de zad, derman û malzemeyên pêwîst hebûn. Ev malzeme bêyî sînrokirinê him ji aliyê mirovên rojhilatê Helebê him jî aliyê mirovên rojavayê Helebê hatin girtin. Karên Derve yên Amerîkay ku dibêje em girîngiyê didin Sûriyeyiyan, qetek nan jî nedaye Sûriyeyiyan."

    Rûsyayê ji bo ku sivîl karibin ji Helebê derkevin, careke din di 4ê Mijdarê de bi qasî 10 saetan ‘behnvedana mirovî' ragihandibû. Konaşenkov di daxuyaniya xwe ya rojek berê de diyar kiribû ku hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê ev 19 roj in li Helebê operasyonên hewayî pêk nayinin. Lê agahî hatibû ku milîtan ji bo derketina sivîlan asteng bike, êrîşên xwe didomîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Li Helebê di êrîşa milîtanan de 2 sivîl mirin
    Rûsya: 2 leşkerên me li Helebê birîndar bûn
    Zaxarova: "Ji bo ku em şensekî bidin Amerîkayê me navber da operasyonên Helebê"
    Pisporên rûsî ji bo nimûneyên êrişa kîmyewî li Helebê ne
    Etîketan:
    Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Igor Konaşenkov, John Kirby, Sûriye, Heleb, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de