09:04 28 Gulan 2018
Mariya Zaxarova

Zaxarova: Divê Amerîka ji îluzyona terbiyekirina terorîstan xelas bibe

© Sputnik / Maksim Blinov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got, dem hatiye ku Amerîka xwe ji îluzyona terbiekirina terorîstan an jî bidestxistina fêdeyê ji wan rizgar bike.

Zaxarova bi Radyoya Çînê ya Neteweyî re axivî û wiha got: "Hevkarên me yên amerîkî ketine îluzyonekê. Dibêjin qey wê terorîstan terbiye bikin. Teror wek marî ye. Çawa hûn pişta xwe bidinê, dê bi we vede. Lîstik bi marî re nabe."

Herwiha berdevka rûs diyar kir ku haya wan jê heye ku dewletên herêmê û yên rojavayî materyalên teknîkî, çavkaniyên madî û alîkariya leşkerî ji rêxistina Fetih El-Şamê ya berê navê wê El-Nusra bû û rêxistinên din ên terorê re şandine û teqez kir ku nabe mirov bi terorê re bilîze.

"AMERÎKA NAHÊLE EL-NUSRA BÊ TÊKBIRIN"

Ji aliyê din ve, Zaxarovayê teqez kir ku Amerîka nahêle El-Nusra bê tunekirin û wê diparêze û diyar kir ku ev ne cara yekem e, rastî tiştên wiha tên.

Rayedara rûs bi bîr anî bê çawa Amerîkayê El-Qaîdeyê damezirand û dûre çawa êrîşî damezirînerên xwe kir û wiha dewam kir: "Amerîkaya polîtîkayên teng dişopîne ku bûn sedema derketina DAIŞê û bi wî awayî diyar dibe ku wê dest ji damezirandina El-Qaîdeyê negiritiye. Îro tiştê di El-Nusrayê de diqewimin, dişibin dema damezirandina cenawirên din li heman herêmê. Ez wateyê nadimê bê çawa hevkarên me yên amerîkî vê nabînin."

 

Bi heman mijarî:

Zaxarova: Welatên Rojavayî Qirimê wek axa Rûsyayê qebûl dikin
Zaxarova: "Ji bo ku em şensekî bidin Amerîkayê me navber da operasyonên Helebê"
Zaxarova: "Malpera Wezareta Derve tucarî nehatiye hackkirin, CNN ne rast dibêje"
Zaxarova: " Bila CNN kesên ku li Helebê hatine kuştin bike nûçe"
Zaxarova: Fetih El-Şam rêxistineke terorê ye û hew
Zaxarova: “Em êrişa Balyozxaneya Rûsyayê bi tehdîdên Amerîkayê ve girêdidin”
Etîketan:
El-Nusra, Mariya Zaxarova, Amerîka, Çîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de