16:50 22 Çile 2018
Zindî
    Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Welatên Rojavayî Qirimê wek axa Rûsyayê qebûl dikin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bervdeka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku welatên Rojava êdî qebûl dikin ku Qirima perçeyekî axa Rûsyayê ye.

    Nûçegîhanê Sputnikê gava agahiya "Seroka Parlamentoya Sûriyeyê Hediye Abbas di daxuyaniya xwe ya li gel Sputnikê de anî ziman ku Qirim perçeyekî Rûsyayê" bibîra Zaxarova xist, Zaxarova got:

    "Ev daxuyanî tenê îfadeya bûyereke berbiçav e. Qirim axa Rûsyayê ye. Tenê yasayên têkildar nehatin qebûlkirin; di heman demê de Qirim hebûna xwe ya di nava Federasyona Rûsyayê de berdewam dike û em kêfxweşî û zehmetiyên xwe bi hevdu re parve dikin. Ev tên ne axa me ye, di heman demê de perçeyekî civak û gelê me ye. Em perçeyek in."

    ‘MIJARA QIRIMÊ BI AWAYEKÎ DE FACTO HATIYE GIRTIN'

    Zaxarova axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gelek hemkarên me yên ku rexneyan li me digirin û daxuyaniyên balkêş didin, di dema hevdîtinan û kûlîsan de tenê bi awayekî eşkere îtiraf nakin lê ji me re vî tiştî dibêjin: Mijara Qirimê jî bi awayekî de facto hatiye girtin."

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê Rûsî ji Îranê re nameyek şand: Qirimê wek axa Rûsyayê binasin
    Parlamenterên Îtalyayê çûn Qirimê
    Amerîkayê ji bo Qirimê bang li Ûkraynayê kir
    Seroka Parlamentoya Sûrîyeyê: "Em Kirimê wek perçeyeke jêveneqetîn a Rûsyayê nas dikin"
    Etîketan:
    welatên rojavayî, qebûlkirin, ax, Seroka Parlamentoya Sûriyeyê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Hediye Abbas, Mariya Zaxarova, Qirim, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de