15:40 23 Gulan 2018
    Sûriye

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 884a

    © REUTERS / Omar Sanadiki
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêmên Lazkiye (3) û Hamayê (2) bi nûnerên 5 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 884a. Hat diyar kirin ku li Humisê 3 kampanyayên alîkariya mirovî hat lidarxistin.

    Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin.

    Sûriye
    © AP Photo / Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    AGIRBEST 39 CARAN HAT ÎHLALKIRIN

    Hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 39 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Şam (16), Heleb (15), Dera (6), Lazkiye (1) û Hamayê (1) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê.

    Navendê da zanîn ku artêşa Sûriyeyê û Hêzên Hewayî yên Rûsyayê li dijî herêmên ku dibe komên mixalîf lê hebin, êrîş pêk neanîn û bibîrxist ku faaliyetên ji bo ku xwarina germ û malzemeyên pêwîst li sivîlên ku ji Helebê reviyane were belavkirin, berdewam dikin.

    Navendê ragihand ku li bajarê Humisê 3 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin û hat diyar kirin ku li semta El Harmatê li Nexweşxaneya Kedkaran bi qasî 100 kîlogram, li semta Karm el-Loz li Nexweşxaneya El Basselê 250 kîlogram, li şaxa Nexweşxaneya El Basselê ya li semta El Zahrayê jî 250 kîlogram malzemeyên alîkariya mirovî hat belav kirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: "Di êrişa Fetih El Şamê ya Helebê de 84 kes hatin kuştin"
    Rûsya: Li Sûriyeyê leşkerên me nemirine
    Rûsya û Amerîka ewlehiya firînê ya li Sûriyeyê axivîn
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Rûsya: Li Sûriyeyê li 5 nuqteyan alîkarî hat belavkirin
    Etîketan:
    beşdarbûn, agirbest, hejmar, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Hama, Lazkiye, Şam, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de