09:12 26 Gulan 2018
Baregeha leşkerî ya Rûsyayê li Hmeymîma Sûriyê

Rûsya: Li Sûriyeyê leşkerên me nemirine

© Foto: Rusya Savunma Bakanlığı
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastin a Rûsyayê îdiayên mirina leşkerên Rûs ên di wê helîkoptera li Sûriyeyê rastî gulebaranê hat de derewand.

Di daxuyaniya navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê de hat diyar kirin ku helîkoptereke ku malzemeyên alîkariya mirovî dibir gundekî 40 kîlomitro li bakurê rojava yê Palmîrayê ji neçarê daketiye erdê û hat gotin, "Milîtanan bi topên hewanê êrîş bir ser wî cihê ku helîkopter lê daket. Xisara di helîkopterê çêbû nêhîşt ku ew helîkopter vegere baregehê."

‘LEŞKER GIHÎŞTIN HMEYMÎMÊ'

Di daxuayniyê de hat ragihandin ku di bûyerê ji muretebatê tu kes birîndar nebûye û hat gotin ku leşker bi helîkopterên rizgarkirinê gihîştine baregeha Humeymîmê.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Amerîka ewlehiya firînê ya li Sûriyeyê axivîn
Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
Rûsya: Li Sûriyeyê li 5 nuqteyan alîkarî hat belavkirin
Rûsya: Li tevahiya Sûriyeyê 8 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin
Rûsya: Hêzên koalîsyonê di 24 saetên dawî de 21 bombe avêtine Mûsilê
Etîketan:
derewandin, leşkerên rûsî, Baregeha Hmeymîmê, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Palmîra, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de