16:51 23 Tebax 2017
Zindî
    Aleksey Puşkov

    Senatorê Rûsî: Tirkiye wê êdî têkiliyên xwe yên bi Moskovayê re nexe metirsiyê

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokê Komîsyona Polîtîkaya Enformasyonê ya Konseya Federasyon a Rûsyayê Aleksey Puşkov dest nîşan kir ku Tirkiye ji aliyê nêrînê ve ji ber cudabûna xwe ya ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Sûriyeyê wê têkiliyên xwe yên Moskovayê re nexe metirsiyê.

    Puşkov li ser hesabê xwe yê Twitterê axaftina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya li gel televîzyona Rûsî nirxand û ev tişt gotin:

    "Ger ku li hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ya li gel kanala Rossiya-24ê were nêrîn, Enqere ji ber cudahiya dîtinê ya di derbarê Sûriye û Esad de êdî wê têkiliyên xwe yên bi Moskovayê re nexe metirsiyê."

    Puşkov di nirxandineke xwe ya berê de jî gotibû operasyona Cerablûsê ya ku Tirkiye li dijî DAIŞê dimeşîne, li herêmê pozîsyona Rûsyayê qels nake.

    Etîketan:
    metirsî, têkilî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, Serokê Komîsyona Polîtîkaya Enformasyonê ya Konseya Federasyon a Rûsyayê, Mevlut Çavuşoglu, Aleksey Puşkov, Moskova, Tirkiye, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de