02:05 18 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya balafirên şer Amiral Kuznetsov

    'Keştiya Amîral Kuznetsov a Rûsyayê, Sûriye ji êrîşên Amerîkayê parast'

    © AP Photo/ File
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2021

    Cîgirê Serokê Enstîtuya BDTê û pisporê leşkeriyê Vladimir Yevseyev got Moskovayê biryar girt ku bi pêşengiya keştiya balafiran a bi navê Amîral filoyekê bişîne rojhilatê Behra Spî û diyar kir ku dibe ev yek pêşî lê girtibe ku Amerîka artêşa Sûriyeyê bombebaran bike.

    Yevseyev li ajansa Rossiya Segodnyayê di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Washignton di demeke kin de dibe ku bi bihaneya çekên kimyewî êrîşê Şamê bike.

    Yevseyev got, "Di demeke nêzîk de me rewşeke wisa dît ku mirov qet hay jê nebûn. Çima îdiaya artêşa Sûriyeyê çekên kimyewî bikat tîne, hat rojevê? Ev ji bo ku Amerîka êrîşên moşekên krûz pêk bîne, amadehî bû."

    Yevseyev derbirî ku şandina keştiya Amîral Kuznetsov jî ‘îştaha Washingtonê girt' û got, "Keştiyên me riya Sûriyeyê girtin. Keştiyên Rûsyayê bi tesadufî neçûn wan deran, îhtimala firandin a moşeka krûzê ji aliyê Amerîkayê ve nirxand."

    Wezareta Parastin a Rûsyayê daxuyandibû ku yekane keştiya balafiran a bi navê Amîral Kuznetsov gihiştiye Behra Spî.

    Bi heman mijarî:

    Fîloya rûs bi pêşekiya keştiya balafiran a Amiral Kuznetsovê ber bi Behra Spî ve pêş diçe
    Rûsya keştiya xwe ya şer a bi navê 'Miraj' dişîne Sûriyeyê
    "Îsrailê êrîşî keştiya hewl dida dorpêça li ser Xezayê bişkîne kir"
    FSB: Keştiya masîgir a Koreya Bakur gule bera da, me bersiv da, kesek mir
    Keştiya balafiran ya Fransayê, bo operasyona Mûsilê derbasî Qibrisê bû
    Esad: Kaptan keştiya xwe dibe beravê
    Etîketan:
    bombebaran, parastin, êrîş, keştiya Amîral Kuznetsov, Cîgirê Serokê Enstîtuya BDTê, Vladîmîr Yevseyev, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de