12:56 20 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu: "Li Sûriyeyê 12 hezar kîlometrokare ji terorîstan hat paqijkirin"

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku di encama tekoşîna hevpar a artêşa Sûriye û Rûsyayê de 12 hezar kîlometrokare ji terorîstan hat paqijkirin.

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku di encama tekoşîn û çalakiyên hevpar ên artêşa Sûriye û Rûsyayê de 12 hezar kîlometrokare ji grûbên terorîst hat paqijkirin.

    Sergey Şoygu di axaftina xwe ya civîna parastin a bajarê Minska Belarusê de got: "Bi hevkarî û çalakiya hêza hewayî ya Rûsya û artêşa Sûriyeyê di nava salekê de qadeke 12 hezar kîlometrokare ji grûb û rêxistinên terorîst hat paqijkirin û nêzî 900 herêmên niştecih tevlî pêvajoya aştiyê bûn."

    ​Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo ku însanên wê herêmê vegerin jiyana xwe ya asayî û bi awayekî ewle û bêyî pirsgirêj bijîn, em pir zêde dixebitin. Rewşa herî nexweş jî li Helebê ku beşekî wê hê jî di destê milîtanan de ye. Pêwistiya niştecihên herêmê bi alîkariyê heye û lewma li wir biryara lidarxistina operasyoneke siyasî hat girtin."

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: "Hûnê bi terorîstan an jî bi Rûsyayê re tekoşînê bikin?"
    Şoygu: "2 hezar milîtan bi 45 wesayîtan heremên sivîl bombebaran kirin"
    Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
    Şoygu: "Rûsya, piraniya axa Sûriyeyê ji destê terorîstan derxist"
    Şoygu: Em ê keştiya balafirê ya Amiral Kuznetsovê bişînin Rojhilatê Behra Spî
    Etîketan:
    12 hezar kîlotrokare ji terorîstan hat paqijkirin, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de