20:38 16 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: El-Nusra xelkê rojhilatê Helebê rehîn digire

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro çarşemê diyar kir ku rêxistina "Cebhet El-Nusrayê" xelkê rojhilatê Helebê rehîn digire.

    Lavrov di hevdîtina xwe bi Serokê Yûnanistanê Prokopis Pavlopoulos re teqez kir ku Rûsya hîn jî li hêviya Amerîkayê ye ku pabendiyên xwe pêk bîne û dijberiya nerme ji terorîstan cuda bike.

    Herwiha wezîrê rûs wiha dewam kir: "Baş tê bîra min, gava me ew biryar(ya Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyeyê)  da, Kerry got ku ew kesên dixwazin bibin beşek ji çareseriyê, divê demildest têkiliyên xwe bi terorîstan re qut bikin. Ev gotin wek zêrê zer û em hîn li hêviyê ne ku pêk werin û bên misogerkirin".

    Ji aliyê din, fermandarekî ji Artêşa Sûriyeyê ragihandibû ku El-Nusrayê bêhnvedana mirovî bi kar aniye û êrîşên xwe li ser Helebê zêde kirine ta ku operasyoneke berfireh li dijî sivîlan pêk bîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Di rojeva me de li Qibrisê avakirina baregehan tuneye"
    Lavrov: "Ne tenê li Sûriyeyê emê li tevahiya Rojhilata Navîn winda bikin"
    Rûsya: "Lavrov sibê li Moskovayê bi Mûellîm û Zarîf re wê hevdîtinê bike"
    Lavrov: "YEyê, tekoşîna dijterorê ji bo armanca guvaşê bikar tîne"
    Hevdîtinên Lavrov û Kerry ya bo krîza li Helebê dê dewam bike
    Lavrov: "Hemû grûbên çekdar ên Helebê guhdariya El Nûsrayê dikin"
    Lavrov: Em ji êrîşên Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîgeran in
    Etîketan:
    rehîn, sivîl, El-Nusra, John Kerry, Sergey Lavrov, Prokopis Pavlopoulos, Rûsya, Yûnanistan, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de