01:01 19 Tebax 2017
Zindî
    Polêsên li derdora avahiya ofîsa Spûtnîkê

    Li navenda Spûtnîk a Moskovayê îxbara bombeyî

    © Sputnik/ Alexander Natruskin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Piştî îxbara bombeyî ya telefonê li navendê Spûtnîk a Moskovayê, pisporên bombeyan sewkî navenda ajansê kirin.

    Piştî îxbara bombeyî ya telefonê li navendê Spûtnîk a Moskovayê, pisporên bombeyan sewkî navenda ajansê kirin.

    Jineke ku nasnameya wê nediyar bi polêsên Moskovayê re kete têkiliyê û ji wan îxbara ku bombeyek li ofîsa navendî ya Spûtnîkê li ser Rêya Zubovskiyê ye kir.

    Ji aliyê din ve çavkaniyekî ewlehî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Me ji jineke ku nasnameya wê nediyar îxbara bombeyeke ku li navenda Spûtnîkê hatiye danîn îxbar wergirt. Li gorî agahiyên neserastkirî ya kesa ku geriya jin bû. Niha em li ser zelalkirina nasnameya wê dixebitin."

    Piştî îxbara bombeyî ya ofîsa navendî ya Spûtnîkê ku li ser Rêya Zubovskiyê ye, hêzên ewlehî û wesayîtên agirkuj sewkî herêmê hatin kirin. Li nêzî ofîsa navendî ya Spûtnîkê, ofîsa Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê û televîzyona 360 Podmoskovyeyê jî li wir in.

    Li gorî zanyariyan, li avahiyê ji terefê tîmên pispor ên bombeyan ve lêgerîn hat kirin, lê di lêgerînê de ne teqemenî û ne jî pakêteke bi guman nehat dîtin.

    Bi heman mijarî:

    CSIS: "Rûsya, bi saya RT û Spûtnîkê kontrola xwe ya agahiyên kûrewî zêde dike"
    Çavuşoglu ji Spûtnîkê re axivî: "Divê Tirkiye û Rûsya li ser şerê Sûriyeyê rawestin"
    Ji îstîxbarata Amerîkayê derheqê RT û Spûtnîkê de raporta veşartî
    AA: "Qedexeya ragihandina ser Spûtnîkê hat rakirin"
    Ajansa Spûtnîkê xwe digihînê welatên ereb
    Etîketan:
    Li ofîsa Spûtnîkê îxbara bombeyî, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de