02:11 24 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Ji Pûtîn bo Helebê fermana ‘bêhnvedana însanî'

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Sererkaniya Giştî yê Rûsyayê ragihand ku li ser fermana Serokê Rûsyayê Pûtîn ji bo ku sivîlên Helebê bikaribin bajêr biterikînin di 4ê Mijdarê de wê bêhnvedana însanî were sepandin.

    Sererkaniya Giştî yê Rûsyayê ragihand ku li ser fermana Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku sivîlên Helebê bikaribin bajêr biterikînin di 4ê Mijdarê de di navbera seetên 09.00 û 19.00an de wê bêhnvedana însanî were sepandin.

    Sererkanê Giştî yê Rûsyayê Valeriy Gerasîmov di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo ku em pêşiya mirinên bê wate bigirin, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu li ser fermana Serfermandar Pûtîn li Helebê di 4ê Mijdarê de di navbera seetên 09.00 û 19.00an de biryara sepandina bêhnvedana însanî daye. Ev biryar ji terefê hikûmeta Sûriyeyê ve jî hat erêkirin."

    Herî dawî Rûsyayê di 20ê Cotmehê de ji bo veguhestina sivîl û birîndaran ji bajarê Helebê bêhnvedana însanî ragihandibû û ew bêhnvedan 3 rojan domandibû.

    Hêzên hewayî yen Rûsya û Sûriyeyê di 18ê Cotmehê de navber dabûn operasyonên hewayî yên ser Helebê û hê jî berdewam e, lê milîtanên terorîst nahêlin sivîl bajêr biterikînin û bi top û hawanan êrişî herêmên niştecih dikin.

    Her wiha Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov jî duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku navberdayîna operasyonên hewayî hê jî berdewam e, lê ji ber êrişên milîtanên terorîst negengaz e ku ev navberdayîn were dirêjkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Konaşenkov, şertê vegera bêhnvedana însanî eşkere kir
    Peskov: Êrîşên milîtanan pêvajoya bêhnvedana mirovî asteng dike
    Rûsya: "Li Helebê dirêjkiirna bêhnvedana însanî li derveyê mijarê ye"
    Kremlîn: "Em dikarin bêhnvedana însanî ya Helebê dirêj bikin"
    Li Helebê bêhnvedana însanî ku wê 11 seetan bidome dest pê kir
    Etîketan:
    Behnvedana însanî ya Helebê, Sererkaniya Giştî yê Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Sergey Şoygu, Valeriy Gerasîmov, Vladimîr Pûtîn, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de