00:57 19 Tebax 2017
Zindî
    Sûriye

    Rûsya: Li tevahiya Sûriyeyê 8 kampanyayên alîkariya mirovî hatin lidarxistin

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand kul i herêmên Lazkiye û Hamayê bi nûnerên 4 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 877a. Hat diyar kirin kul i tevahiyê Sûriyeyê 8 kampanyayên alîkariya mirovî hat lidarxistin.

    Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 41 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Heleb (17), Şam (19), Lazkiye (3), Dera (1) û Hamayê (1) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê.

    Navendê derbirî ku li tevahiyê Sûriyeyê 8 kampanyayên alîkariya mirovî hat lidarxistin û da zanîn kul i gundê Ayuba yê herêma Kuneytrayê tonek û nîv, li bajarê Hamayê 3 ton, li nexweşxaneya leşkerî ya Tartûsê 600 kîlogram, li Nexweşxaneya Navendî ya Tartûsê tonek, li Newxweşxaneya Zarokan a Tartûsê 200 kîlogram, li nexweşxaneya leşkerî ya Helebê 300 kîlogram, li mala navsalan a Helebê 150 kîlogram û sêwîxaneya keçikan a Helebê 100 kîlogram malzemeyên alîkariya mirovî hat belav kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hêzên koalîsyonê di 24 saetên dawî de 21 bombe avêtine Mûsilê
    Izvestiya: "Rûsya, sûcên şerî yên koalisyon û mûxalifan îspat kir"
    Rûsya: Li Helebê di êrîşa kimyewî de 2 leşkerên Sûriyeyî mirin, 37 sivîl birîndar bûn
    Rûsya: "Divê kuştinên sivîl ên koalîsyonê li Iraq û Sûriyeyê werin lêpirsîn"
    Rûsya: "Ev 13 rojin balafirên rûs û sûrî li Helebê operasyon pêk neanîne"
    Etîketan:
    lidarxistin, kampanyayên alîkariya mirovî, Nexweşxaneya Navendî ya Tartûsê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Navenda şopandina agibestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê, Hama, Lazkiye, Heleb, Şam, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de