09:03 17 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Genelkurmay Başkanı Valeriy Gerasimov ve Türk mevkidaşı Hulusi Akar

    'Hevdîtina sererkanên Rûs û Tirk wê ji bo hevkariya li Sûriyeyê bibe piştgirî'

    © AP Photo/ Turkish Military, Pool photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Miftiyê Îdareya Dîn ya Mislimanên Rûsyayê Talgat Tacettin got hevdîtina sererkanên Rûs û Tirk pêwistiyeke bilez bû û diyar kir ku ev têkilî ji bo hevkariya li Sûriyeyê wê bibe piştgirî.

    Rusya Genelkurmay Başkanı Valeriy Gerasimov ve Türk mevkidaşı Hulusi Akar
    © AP Photo/ Turkish Military, Pool photo
    Tacettin dest nîşan kir ku leşkerên Rûs û Tirk di mijara Sûriyeyê de wê karibin hevkariyek bi bandor pêk bînin û got, "Pêwistiya me bi vê yekê heye, ji ber ku em cîranên hevdu ne. Ger ku agir bi mala cîranê we keve hûn nikarin li malê rûnin û çayê vexwun an jî li hemamê kêfa xwe bikin. Dibe ku ev agir bigihêje mala we jî. Ev pêwistiyeke bilez bû û ji ber ku feraset û piştgiriya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de zindî dibe, em kêfxweş dibin."

    ‘RÛSYA LI SÛRIYEYÊ LI SER DAXWAZA HIKUMETA REWA YA SÛRIYEYÊ TEVDIGERE'

    Miftî anî ziman ku "Divê hemû cîran û û cîhan şewata terorîzmê ya navneteweyî bitemirîne" û bibîrxist ku Artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê li ser daxwaz û daweta hikumeta rewa ya vê dewletê tevdigere.

    Bi heman mijarî:

    Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar li Rûsyayê ye
    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn
    Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê Akar çû Amerîkayê
    Akar: ‘Gereke hikûmet bi Rojavayê Kurdistanê re têkilîyên xwe xurt bike’
    Etîketan:
    sererkanên Rûs û Tirk, piştgirî, hevkarî, hevdîtin, Miftiyê Îdareya Dîn ya Mislimanên Rûsyayê, Talgat Tacettin, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de