03:23 24 Sibat 2018
Zindî
    Sererkanê Artêşa Rûsyayê Valeriy Gerasimov û Sererkanê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar

    Gersimov û Akar mijara Mûsil û Helebê axivîn

    © AP Photo/ Turkish Military, Pool photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov û hemkarê wî yê Tirk Hulusi Akar di hevdîtina xwe de di warê operasyona Mûsilê de rewşa sînorê Sûriye û Iraqê û Heleb jî di nav de çareseriya li Sûriyeyê axivîn.

    Di daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin, "Di warê operasyona li hemberî DAIŞê ya li bakurê Sûriyeyê û Mûsilê de li ser rewşa sînorê Sûriye û Iraqê bi awayekî dilsozî hevdîtin hat kirin." Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku hevdîtin bi erênî derbas bûye û hat gotin, "Aliyan li ser berdewamkirina têkiliyên di navbera sererkaniyên her du welatan de lihevdu kirin."

    GERSASÎMOV DI DERBARÊ HELEBÊ DE AGAHÎ DAN

    Wezareta Parastin a Rûsyayê diyar kir ku di hevdîtinê de normalîzebûna rewşa li Helebê jî di nav de hevkariya ji çareseriya li Sûriyeyê hat nirxandin û dest nîşan kir ku Gerasimov di derbarê gavên başkirina rewşa mirovî ya li Helebê de agahî dan Akar. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Di hevdîtinê de hat dest nîşan kirin ku pêwistiya pêşîn cudakirina
    mixalefeta nerme û El Nûsra ye."

    Bi heman mijarî:

    Serfermandarê Rûsî Gerasimov li Enqereyê ye
    Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar li Rûsyayê ye
    Serfermandarê Rûsyayê Gerasimov serdana Tirkiyeyê dike
    Hevdîtina Gerasimov û Akarî hat bipaşxistin
    Etîketan:
    hevdîtin, mijar, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sererkanê Giştî ye Tirkiyeyê, Sererkanê Rûsyayê, Hulusi Akar, Valeriy Gerasimov, Heleb, Mûsil, Iraq, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de