20:57 21 Hezîran 2018
Îgor Konaşenkov

Rûsya: Hêzên koalîsyonê di 24 saetên dawî de 21 bombe avêtine Mûsilê

© Ruptly . Aleksandr Vilf
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Wezareta Parastina Rûsyayê daxuyand ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman di 24 saetên dawî de li qada hewayî ya Mûsilê di 25 sortî û 21 car jî bombebaran pêk anîtîne.

Mûsil - Operasyon - koçber
© REUTERS / THAIER AL-SUDANI
Berdevkê Wezaretê General Îgor Konoşenkov ragihand ku balafirên şer ên hêzên hevpeyman her roj ku hejmara wan eşkereye êrişên hewayî li Mûsilê pêk tînin. Lê eger êriş derbasî cihên ku sivîl lê dijîn bibin dê encamên gelek giran bên jiyandin.

Daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku hêza hewayî ya hevpar ên Rûsya û Sûriyeyê ji 2 hefteyan zêdetire ku êrişên hewayî li Helebê pêk neanîtine. Lê balafirên êrişa stratejîk US' B-52Nê ya ku ji keştiya şer Dwight D. Eisenhowerê û balafirên F/A-18 Hornetê yê Amerîkayê û balafirên Rafale-Mê ya Fransayê ku ji keştiya şer Charles de Gau yê radibin her roj êrişên hewayî li Mûsilê pêk tînin.

Operasyona rizgar kirina bajarê Mûsilê ji aliyê Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge ve di 17ê Cotmehê de dest pê kiribû. Herwiha 5 hezar leşker û balafirên şer ên Amerîkayê jî piştgirî didin operasyona Mûsilê.

Bi heman mijarî:

'Ji Mûsil û Helebê wê pêla penaberan were, şerê etnîkî wê derkevin'
Tapuyen Mûsil û Kerkûkê di arşîvên Tirkiyeyê de derketin
Başbug: Ne ji Şêx Seîd bûya, Mûsil dê ya me bûya
Pûtîn rewşa Mûsil û Helebê gotûbêj kir
Berdevkê pêşmergeyan: Mûsil wê gav bi gav were rizgarkirin
Etîketan:
rizgarkirin, operasyon, hevpeyman, pêkanîn, êriş, sortî, Wezareta Parastina Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de