21:56 22 Sibat 2018
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: "Bawer nakim ku Times bi planên Pûtîn ê Helebê bizanibe"

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ez bawer nakim ku rojnameya Timesê bi planên Serokê Rûsyayê Pûtîn ên Helebê bizanibe.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de bersiv da îdîayên rojnameya Timesê ku gotibû ‘Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Helebê amadehiya êrişeke mezin dike' bersivan û got: "Ez bawer nakim ku rojnameya Timesê bi planên Pûtîn ên Helebê bizanibe û di destê Timesê tu planên Pûtîn jî tunene."

    Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dema dirêjkirina operasyonên hewayî yên Rûsyayê li Helebê Pûtîn dirêj kir. Hê jî ew navber dewam dike, sivîl û birîndar ji taxên rojhilat ên bajarê Helebê têne veguhestin û ji bo alîkariya însanî bigihîje wan şert û merc têne çêkirin."

    EV JI BO PÛTÎN PIR GIRÎNG E

    Berdevkê çapemenî yê Kremlînê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke terorîst êrişên xwe yên top û hawanî berdewam bikin, bi çekan êrişî rêyên ku alîkariya însanî têve derbas dibe bikin û sivîlan wekî mertalê zindî bikar bînin dirêjkirina vêbêhnvedanê negengaz e. Lewra ji bo Pûtîn ev pirs girîng e."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Pûtîn dixwaze li cihanê gengeşî kêm bibe"
    Peskov: Pûtîn amadeye ku bi serokê nû yê DYAyê re hevkariyê bike
    Peskov: "Hisabê cîgirê Pûtîn nehatiye hackkirin"
    Peskov: "Çapemeniya rojavayî çalakiyên rûs û sûrî yên li Helebê naweşînin"
    Peskov: Êrîşên milîtanan pêvajoya bêhnvedana mirovî asteng dike
    Etîketan:
    Rojnameya Timesê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de