04:48 26 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu: "Hûnê bi terorîstan an jî bi Rûsyayê re tekoşînê bikin?"

    © REUTERS/ Maksim Zmeyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku hinek dewletên rojavayî nahêlin keştiyên rûsî têkevin baregehên wan, hûn bi terorîstan re an jî bi Rûsyayê re tekoşînê dikin.

    Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di civîneke ku televîzyonê de zindî hat weşandin de ragihand ku hinek dewletên rojavayî nahêlin keştiyên rûsî têkevin baregehên wan, hûn bi terorîstan re an jî bi Rûsyayê re tekoşînê dikin. Divê hevkarên me yên rojavayî biryara xwe bidin ku bi kî re tekoşînê dikin.

    Sergey Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Fîloya keştiyên me hefteya borî dema diçûne Deryaya Spî di Atlantîkê de derbas bûn. Hinek dewlet bi guvaşa Amerîka û NATOyê qebûl nekirin ku keştiyên me têkevin baregehên wan û em bi vê şaş bûn. Lê ev rewş qet pêşveçûna keştiyên me negirt. Lewra pêwistiyên keştiyan bi keştiyên piştgir hate peydekirin."

    DEMA BIRYARDAYÎNÊ HATIYE

    Şoygu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Edî dem hatiye ku hemkarên me yên rojavayî biryarê bidin ku wê bi kî re tekoşînê bimeşînin. Hûnê bi terorîstan an jî bi Rûsyayê re tekoşînê bidin. Belkî Belçîka, Misir û Fransa li Iraqê jibîr kiribin ku di êrişên terorîstî de sîvîlên bêguneh bi destê kî hatine kuştin."

    Yek ji keştiya fîloyên Rûsyayê ku diçe Deryaya Spî yekemîn keştiya balafirên şer a Amîral Kuznetsov e.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: "2 hezar milîtan bi 45 wesayîtan heremên sivîl bombebaran kirin"
    Şoygu: "Em operasyonên xwe yên li Helebê îro radiwestînin"
    Şoygu: "Rûsya, piraniya axa Sûriyeyê ji destê terorîstan derxist"
    Şoygu: Em ê keştiya balafirê ya Amiral Kuznetsovê bişînin Rojhilatê Behra Spî
    Şoygu: "Çekên rûsî başbûna xwe îspat kirin"
    Etîketan:
    Fîloya keştî ya Rûsyayê, NATO, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Deryaya spî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de