04:57 20 Sibat 2018
Zindî
    Êrişên kîmyewî yên Helebê

    Izvestiya: "Rûsya, sûcên şerî yên koalisyon û mûxalifan îspat kir"

    © REUTERS/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Izvestiyayê ragihand ku Rûsyayê sûcên şerî yên koalîsyona navneteweyî û mûxalifên nerm ku li Sûriyeyê pêk anî bûn îspat kir û wekî belgeyekê ji endamên KENYê re şand.

    Rojnameya Izvestiyayê ragihand ku Rûsyayê sûcên şerî yên koalîsyona navneteweyî û mûxalifên nerm ku li Sûriyeyê pêk anî bûn îspat kir, wekî lîsteyeke bi belge ji endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re (KENY) re şand.

    Çavkaniyekî ji Neteweyên Yekbûyî di hevpeyvîna xwe ya Izvestiyayê de got: "Aliyê Rûsyayê, ji endamên Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re ku li ser axa Sûriyeyê hemû sûcên ku hatine kirin û serkeftinên Hêza Hewayî ya Rûsyayê bi awayekî îstatîkî hatin şandin. Ev belgeya ku bi navê ‘Pirtuka Spî' tê binavkirin wergerandin zimanê Îngîlîzî jî."

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyê ku navê wî nehatiye dayîn, ev belgeya fermî ku sûcên şerî di nav de hatine lîstekirin di 28ê Cotmehê de gihîşte hemû endamên KENYê.

    Herwiha çavkaniyên din ku agahî dane Izvestiyayê ragihandin ku di amadekirina belgeyê de Wezareta Derve û Wezareta Parastin a Rûsyayê jî piştgirî daye.

    Bi heman mijarî:

    Izvestiya: Moskova wê zanyariyên DAIŞiyên li derdora Mûsilê bide Bexdayê
    Izvestiya: "Rûsya, li Sûriyeyê wê îstîxbaratê bi Tirkiyeyê re parve bike"
    İzvestiya: Amerîka wê Reqqayê ji DAIŞê re berde
    Izvestiya: "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê li pey peymaneke nû ne"
    Izvestiya: "Hindistan dixwaze ji Rûsyayê moşekên kruz bistîne"
    Etîketan:
    Rûsyayê sûcên şerî yên koalîsyon û mûxalifan îspat kir, Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî re (KENY), Rojnameya Izvestiyayê, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de