16:51 19 Hezîran 2018
Nikolay Patruşev

Patruşev: Pergala moşekan a Amerîkayê dikare sazgehên stratejîk ên Rûsyayê bikin armanc

© Sputnik / Sergey Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Nioklay Patruşev diyar kir ku li gel Washington berovajî wê îdia dike jî lê pergala moşekan a Amerîkayê li Ewropayê bi cih kiriye dikare êrîşan li dijî sazgehên stratejîk ên Rûsyayê bikin. Patruşev teqez kir ku ew hebûn NATOyê li ser sînorên xwe wek tehdîd dibînin.

Patruşev bi Spûtnîkê re axivî û wiha got: "Zêdekirina NATOyê ji hêza xwe r, dayîna karîgeriyê bo vê hevalbendiyê, bicihkirina bingehên leşkerî yên blokê li ser sînorê Rûsyayê û avakirina pergaleke nû ya moşekan, ji aliyê wan ve wek tehdîd tê dîtin."

Herwiha rayedarê rûs teqez kir ku ew pergalên Amerîka dê li Ewropaya rojhilatî û Koreya Başûr bi cih bike, li gel Washington berovajî wê îdia dike jî lê pergala moşekan a Amerîkayê li Ewropayê bi cih kiriye dikare êrîşan li dijî sazgehên stratejîk ên Rûsyayê bikin."

Patruşev axiftina xwe wiha dewam kir: "Metodên parastinê yên li dijî tehdîda rûs a aşopî tên çêkirin, pirsnîşanan çêdikin. Pergalên parastinê li ser sînorên me tên bicihkirin. Ev pergal dikarin êrîşên moşekên krûzê li ser bingehên rûs pêk bînin."

Ji aliyê din ve, rayedarê rûs balê dikişîne ser wê yekê ku Rûsya ketiye lîsteya tehdîdên li ser Amerîkayê û diyar dike ku li gel her tiştî ew amade ne li ser bingehên wekhevî û hurmetê bi wî welatî re hevkariyê bikin.

Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê wiha dibêje: "Dîroka nêzîk diyar dike ku kêşeyên navbera Rûsya û Amerîkayê dê zû yan dereng dê vegerin asta asayî. Nexasim eger têkilî xerabtir bibin, ew ne bi kêrî Moskovayê û ne jî bi kêrî Washingtonê tê".

 

 

 

Bi heman mijarî:

Gruşko: "Normalbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê NATO dilrehet kir"
Rûsya, wê keştiyên NATO ku di Tengava Stenbolê de derbas bibin bişopîne
Komoyedov:'Rûsya piştgiriya NATO ya operasyona Libyayê nake'
Rûsya:'Heke NATO projeya hevpar têk nebirina, êrişên Brûkselê nedibûn'
Rûsya xeyalan nabîne, bi rastî NATO metirsiyê çêdike
Rûsya: Di dema teqîna Parîsê de NATO li ku bû?
Etîketan:
moşek, Nikolay Patruşev, Ewropa, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de